ÎZMÎR – Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê nerazîbûn nîşanî binçavkirin û girtina xwendekarên ku ji ber govenda Kurdî gerandibûn dan û wiha hat gotin: “Govenda Kurdî ne sûc e, nabe hinceta girtinê.”
Xwendekarên Lîseya Anadolu ya Haldun Koşayê dixwînin ku di dîmenekê de govenda Kurdî digirin û ji ber vê sedemê piştre ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Ji xwendekaran A.Y., hate girtin. Hêzên Ked û Demokrasiyê li dijî binçavkirin û girtinê, li pêşiya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajarê Îzmîrê daxûyanî dan çapemeniyê. Rêveber û nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Li ser navê Platformê Îpek Karenfîl axivî û da zanîn ku li ber muzîka Kurdî gerandina govendê ne sûc e û govend nabe hêceta girtinê û mirov bên girtin. Îpek Karenfîl got ku bêyî agahiya malbatê binçavkirin û girtina zarokan li dijî mafê zarokan e.



