HESEKÊ- Bi mebesta bîranîna 33’yemîn salvegera Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ya di sala 1992’an de li dijî êrîşên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê heya kêliya xwe ya dawiyê li berxwe da û xwe ji zinaran avêt, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî tên lidarxistin. Li Hesekê, bi beşdariya gelek jinan merasîm pêk hatin.
‘Berxwedana şehîd Bêrîtan rêya azadiyê ji bo me vekir’
Kongra Star li Parka 4‘ê Nîsanê ya Hesekê çalakiyek lidar xist. Hemû saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan ji bajarê Hesekê, Şedadê, Til Temirê, Til Birakê, Hol û kampên Serêkaniyê û Waşokanî beşdarî merasîmê bûn. Piştî rêzgirtinê, Endama kordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Xalîde Botî axivî û Bêrîtan bi bîr anî. Xalîde Botî wiha got: “Şehîd Bêrîtan ji bo me û ji bo hemû jinên ku tiyên azadiyê ne, mînakek e. Berxwedana şehîd Bêrîtan rêya azadiyê ji bo me vekir. Bi saya wê îro em xwe dikin yek û xwe bipêş dixin da ku civakek azad û wekhev ava bikin. Em soz didin hemû şehîdên azadiyê ku em ê şopa wan bişopînin û leza têkoşînê zêde bikin.”
‘Ji bo azadiya axê xwe feda kir’
Endama Koordînasyona Kongra Star li Tel Birakê, Edra Huseyîn jî di merasîmê de axivî. got: “Em wekî Tevgera Azadiya Jinan, bi rêzdarî û heybet li ber mezinbûna şehîdan radiwestin û di şexsê şehîd Bêrîtan de em hemû şehîdên jin ên têkoşîna azadî û rûmetê bi bîr tînin, ku bûne sembola qehremanî, fedakarî û berxwedana jinan. Şehîd Bêrîtan yek ji bi sedan şehîdên jin e ku ji bo azadkirina axê xwe feda kirine. Rêber Apo dibêje ku ‘berxwedana fedakar a heval Bêrîtan di têkoşîna azadî û rêxistinbûna jinan de gihîştiye qonaxek nû û mîrateyek ku dîrok şahidiya wê dike hiştiye’. Îro, em wekî rêxistina Kongra Star ji bo pêşxistin, xurtkirin û berfirehkirina têkoşîna xwe ya azadiya jinan dixebitin.”
Di dawiya çalakiyê de 3 stranên li ser Bêrîtan, ji hêla koma muzîkê ya gira Sterk a girêdayî Navenda Hîlala Zerîn e, hatin pêşkêşkirin.


