NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên xwe ji bo meşa ku dê di 18’ê Cotmehê de li Amed û Bursayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi dirûşmeya “Bi Rêberê Azadiyê re ber bi jiyana azad ve” were lidarxistin, didomînin.
Platforma Ciwanên Welatparêz dê di 18’ê Cotmehê de li Amed û Bursayê meşekê li dar bixe, bi dirûşmeya “Bi Rêberê Azadiyê re ber bi jiyana azad ve” û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bike. Di çarçoveya meşê de, ku tê plankirin ku di heman demê de li Bursayê jî were lidarxistin, ciwanên li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi bangên vîdyoyî û belavokan amadekariyên meşê dikin.



