KOBANÊ – Di roja 3’emîn a Festîvala Şehîd Bawer Agir de gelek hûnermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê stranên xwe pêşkêş kirin. Bi hezaran li Stadyûma Şehîd Bawer Agir de amade bûn ji bo festîvalê û govend gerandin.
Destpêkê de Sîdar Îbrahîm û koma xwe derketin ser dikê.
Piştî wê hunermenda Sûmeya Serêkaniyê stranên xwe got, di nav de stranên navdar “Bendava me ye” û “Jin, Jiyan, Azadî”.
Piştre hunermendê Aycan Kobanê, bi şanogerê “Teyar” derket ser dikê û stranekî li ser şehadeta “Bavê Teyar” got. Her wiha, stranên weke “Fermandaro” got.
Hunermendê Hesen Dêrîkî jî beşdarî festîvalê bû û gelek stranên şoreşgerî pêşkêş kir.



