KOBANÊ – Roja 2’emîn a 6’emîn Festîvala Şehîd Bawer Agir li Qada Jina Azad dest pê kir.
Di aktîvîteya yekemîn de, pêşbîrkên bazdan û bîsîkletê hatin lidarxistin.
Pêşbirk li Qada Jina Azad destpêkir û li Qada Saetê bi dawî bû.
Festîval li Stadyûma Şehîd Bawer Agir bi satranc û werzîşê berdewam dike.
Saet 2 wê li Lîstokgeha Şehîd Mahsûm Îbrahîm turnoveya voleyvol destpê bike. Saet 4 jî li Stadyûma Şehîd Bawer Agir wê turnoveya fûtbol destpê bike û wê Nadya Kobanê û Nadya Serdem a Cizîrê li dijî hev bilîzin. Di heman demê de wê li Navenda Çand û Hûner a Baqî Xido şano were pêşkêşkirin. Saet 7 wê bernameya çandî destpê bike.



