REQA – Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Reqayê endamê Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) şehîd Abdullah Malik bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîdan a li Taxa Hikûmetê oxir kir.
Di merasîma de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, tevgerên ciwanan û jinan û malbata şehîdan beşdar bûn. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Cemîla Mihemed axivî û got: “Qehreman Abdullah ala rastiyê bilind kir, mîna çiyayan bilind bû, bêwestan û bê şik, bawer kir ku axek bi xwîna paqij hatiye avdan nayê şermezarkirin, û azadî bê bedel nayê dayîn lê belê bi tekoşînê tê standin.”
Li ser navê Encûmena Leşkerî Umm Abdullah axivî, û Şêx Huseyîn jî li ser navê Kongreya Îslamî axivî.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd di nav çepikên germ û dirûşmeyan de li Goristana Şehîdan hate veşartin.



