KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê bi dirûşmeya “Azadiye Rêber APO xeta me ya sor e. Bi fikra Sosyalîzmê û Azdiyê xwe birêxistin bikin” komxebatek organîze kirin.
Komxebat li Navenda Çand û Hunerê ya şehîd Bawer Agir li bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan endam û nûnerên rêxistinên ciwanan pêk hat.
Navenda ku çalaki lê dihat lidarxistin bi pankarta dirûşmeya komxebate hat xemilandin.
Dîwana forumê ku ji endamen Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê Ahmed Derwiş û endama Yekitiya Jinên Ciwan Metina A. pêk hat.
Komxebat bi xulekeke rêzgirtinê li ser giyanên şahîdan dest pê kir. Di serî de endama Yekitiya Jinên Ciwan Metina A. bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku armanc ji lidarxistina vê komxebate ew e ku fikrê Rêber APO were belavkirin û li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşînê were mezinkirin.
Piştre perspektîfên Rêber APO ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê Ahmed Derwiş ve hat xwendin.
Piştî xwendina perspektîfên Rêber APO rewşa siyasî hat nirxandin.
Duvre, beşdaran nîqaş kirin çawa fikra sosyalîzmê a Rêber APO dikare di jiyana rojane ya ciwanan de were pêk anîn. Çend ciwanan beşdarî nîqaşê bûn, tercubeyên xwe parve kirin û pêşniyarên xwe ji bo rêxistin kirina jiyanekî sosyalîst pêşkêş kirin.



