KOBANÊ- Pêşengê tevgera ciwanên Apoyî, Şehîd Çiya Rizgar û gelek şehîdên fermandarên Tevgera Azadiyê yên ku şehadeta wan vê dawiyê hate ragihandin, di çalakiyekê de li Kobanî hatin bîranîn.
Bîranîna ku ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve hate organîzekirin, malbatên şehîdan û nûnerên saziyan beşdar bûn. Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şevger Kobanî di çalakiyê de, gotarek pêşkêş kir.
Şevger di destpêka axaftina xwe de soz da ku dê li ser şopa şehîdan bimeşe û xeyalên wan pêk bîne. Şevger destnîşan kir ku Çiya Rizgar ji bo ciwanên Rojava hewldanên mezin kiriye û tekez kir ku ew ê ciwan li ser şopa wî bimeşe. Di axaftina xwe de, wî bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî û diyar kir ku erkê herî mezin ê ciwanan ew e ku vê yekê misoger bikin.
Piştî axaftinan, li ber wêneyên şehîdan mûm hatin vêxistin û ji bo şehîdan sînevizyona ku hatibûn amadekirin hatin temaşekirin. Salon bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” gelek caran deng veda. Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.


