NAVENDA NÛÇEYAN- Kovara Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriye “Silava” bi slogana “Bi Têkoşîna Jina Azad, Jiyana Azad Nas Bikin” derket. Kovara ku her du mehan carekê kovar bi zimanê KurdÎ û Erebî derdikeve, bi mijara “Azadiya Jin” pêşberî we ye.
Kovar girîngiyê dide “Demokrasî, Ekolojî û Azadiya Jinan”, ku Rêber APO wekî sê stûnên paradîgmaya neteweya demokratîk pênase kiriye. Kovar, bi gotinên Rêber APO, “Heke jin azad nebin, civak jî azad nîne”, rola azadiya jinan di veguherîna civakî de destnîşan dike.
Hejmara nû her wiha bi perspektîfa jinên ciwan, çawa divê azadiya jinan were parastin û cihê wê di têkoşîna civakî de vedikole. Beşa portreyê jiyan û berxwedana Şehîd Jiyan Tolhildan, ku di Berxwedana Kobanî de şer kiriye, vedibêje.
Her wiha hûn dikarin di vê hejmarê de dîroka Keleha Keçikan nas bikin û nivîsek li ser destana Deyfê Xatun, yek ji jinên Kurd e ku di dîrokê de destkeftiyên mezin ên serkeftinên girîng bidest xistiye bixwînin.
Hûn dikarin bi navnîşanan jêrîn re xwe bigihînin Kovara Silava:
https://t.me/jinenciwankurmanci
https://t.me/RagihandinJinenCiwan
https://linktr.ee/ragihandinajc


