NAVENDA NÛÇEYAN- Ji Pênûsa Leyla Şaylemez
“Dî dawiya sedsala 20’emîn de li naverastê qatîlên kastîk hebûn. Dîsa di destê wan de xençerek û her di dîrokê de bi komployan derdikevin pêşberî me. Xençerê diçikînin pişta ferdekî ku di şexsê xwe de îrade û nasnemeya civakî temsîl dike. Armanc ev e; civak ji hêz û qidûm bixînin û pişta wan xwar bikin, çong bi wan bidin erde. Hêza ferd, dibe ya civak û civaka ku digihêje pêşengê xwe yê rast û heqîqî, wê zû bi zû tû hezên tarî, zalim û desthilatdar nikaribe hêza wan ya komîne tine bike. Ji bo vê katilê kastîk her bi komployên bi dizî ve bi dek û dolabên xwe yê namerdane ve kiryarên xwe yê dervayî mirovahiye pêktîne.
KOMPLO; kiryar û çalakiya yekem ya zilame neçîrvan yê xasûk, li ser JIN-KLAN pêkanî ye. Mînaka herî şember di mîtolojiyan de cihê xwe girtiye. Enkî bi komployekî ve 104 ME’yên Înanna ku berhemên xwedawend û civakê ye jê didize. Berhemên civakbûnê ku li derdora jinê çêbûye wekê berhemên xwe dibîne û bi vî awayî dixwaze bide bawer kirin. Ev çîrok xwe di her serdema dîrokê de dûbare dike. Bi navê din û bi rengekî din ev serpêhatî kûrtir û dijwartir, heta roja me ya îro tê jiyankirin. Carna navê wan bû Nemrûd, carna bû Fîravûn, carna bûn Sargon û ji serê mirovan keleh çêkirin. Li arenayên Romayê tenê ji bo ku arîstokrat bikenin mirov bi şêran dane xwarin, bi hezaran jinên sîhîrbaz ê zane şewitandin, li ser nave mafê mirovan hemû welatên Rojhilata Navîn dagir kirin û hîn bi hezaran mînakên wê hene. Ev hemû çalakiyên katîlên kastîk yê komplodar in. Her çiqasî maskeyên wan zêde bûne jî tû carî cewhera wan neguheriye; her xwînmijî, qirkerî û talan bûye karê wan.
Sîstema modernîteya kapitalîst, di sedsala 16’emîn de bi komployan ve tevahî nirxên Rojhilata Navîn desteser kir û hêdî hêdî li navenda Ewropayê hate der. Ev serdem û sîstem kombûna hemû xirabî û zilmê ye û wekî paşhatiyên katîlên kastîk ku di dîrokê de derketine ye. Bi sîstema kapîtalîst re ne tenê kastîkek, bi hezaran kastîk derketin û keda civakan binpê kirin, bi sedan çand, gel, bawerî û entîsîte bi qirkirinê re rû bi rû hîştin, tevahî civak di bin navê modern û şarezakirinê weke nesneyên ku tû qîmeta wan nîne bi zagon û zanista xwe ya pozîtîvîst ve homojen kirin û tek tîpbûn pêş xistin. Sîstema ku weke Levîathanê ji xwînê têr nebûye, di sedsala 18-19’emîn û piştî wê jî Rojhilata Navîn kirin gola xwînê. Mirov û civakên Rojhilata Navîn anîn rewşekê wiha ku ji erdnîgarî û dîroka xwe ya ku ji peşketina mirovahiyê re xizmetên mezin kirine biterikînin û jê birevin. Wiha lê kirin ku jiyana bi eşq ya bi komî ku hêvanê wê de azadî heye, jê xerîb bikevin. Modernîteya kapîtalîst ku hêzên hegomon jê re serkeşî dikirin, dest avêtin KURDISTANA ku tê de mirovahî, formên civakbûn, ziman, baweriya yekem û hwd. îcadên ku di bingeha wan de jiyan ava bûne peyda bûye, xizmet û nirxên mezin li mirovahiyê barkirine kirine. 200 salên beriya niha li ser welate me Kurdistan û gelê qedîm KURD’an de biryara tinekirin û înkarê didin. Perdeya imhaye diavejin li ser wan. Bi hevpeymana Syks Pîkot, dagirkeriya Kurdistanê ya sedsala 20’an de despêkir û Kurdistan bi hevpeymana Lozanê dibe welatekî metîngeh yê navnetewî. Di pevajoyekî ku Kurd mehkûmî koletiyê kirin û netew dewletekî bi nave Tirkiyê ava kirin. Ev avakirin li ser tine bûna Kurdan bû. Di oxira berjewendiyên xwe û xwedayên xwe yên kastîk katil de qirkirina Kurd pêkanîn. Li hemberî vê Kurdan rûxme ku bîst û heşt cara serî hildan lê nekarîn ve perdeya mirine û statûya tinekirine biçirînin. Serhildana dawî ya bîst û nehemîn jî ya RÊBER APO ye. Lewma vê serhildanê gel û welatek ji nûve vejand û rih da termekî mirî. Wekê Rêbertî got ‘DI BÊ WATEBÛNÊ DE BÛ TEQÎNA WATEYÊ’ û ev wate her ku çû dibû zanebûn. Zanebûn dibû heyîn, heyîn dibû hebûn û ev hebûn bi rêxistinê û şerê tekoşîna azadiyê nêzî serkeftinê dibû. Rastiya RÊBERTÎ li ser nave Kurdeyatiya birûmet çi hebe, hemû avakir. Ji bo vê eger komploya li ser Rêber APO baş neyê fêm kirin wê tu carî ev komplo neyê bi dawî kirin. Wê mirovahî her bi birîna xençerê re bimîne, û yê ev xençer dernekeve.
Rêber APO weke şoreşgerekî û avakerê Partiya Karkerên Kurdistanê, ji ber ku xwedî peşbîniyekî siyasî û zanebûnekî dîrokî bû, dengê lingê cuntayê bihîst û di sala 1979 beriya darbeya faşîst a 12’ê Îlonê pêk were ji Tirkiyê derbasî Sûriye bû. Di navbera her dû netew dewlatan de nakokiyên kur hebûn. Rêber APO bi dengeyekî siyasî ya pir zirav dikarîbû qasî 20 salan li Sûriye bimîne. Ji bo ku gel û kadro ji şerê rizgariyê re amade bike di asta herî jor de li hemberî arteşa dûyemîn a NATO dest bi şer kir. Hêzên NATO bi taybet DYA ji salên 1990’î û şûn ve bi awayekî pir eşkere piştgirî da dewleta Tirk û tevlî şerê li hemberî tevgera azadiye bû. Piştî hilweşîna Sovyetan, NATO û serkeşên wê zextekî pir mezin li ser Suriyê kirin, da ku Rêbertî ji Sûrî derxînin. Rêber APO di vê pevajoyê de her çiqasî bi niyeta aştiye sê agirbestê yekalî îlan kir û xwest rêya dîyalogê vebike jî, ji ber ev yek ne li gorî berjewendiya hêzên komploger bû û li dijî Rêbertî û gelê Kurd dest bi komployê kirin. Dixwastin serî ji laş qût bikin.
Di derxistina Rêbertî ya ji Sûriyê de rola esasî ya hezen NATO bû. Bi pilansaziyekî berfireh gelek dewletên Ereb û Rojavayî tevlî komployê kirin. Her wiha Kurdên hevkar dîsa rola xwe ya ‘judenratbûnê’ lîstin û di ve kompleyê de cîh girtin. PDK û YNK ya ku heta wê deme li ser nirxên gelê Kurd û parvekirina deshiladariyê şer dikirin û Başûrê Kurdistanê difrotin, ketin xizmeta hêzên hegemon. Di encama hevkariya xayînane û komploya berfireh de, Rêbertî ji ber ku di ferqa komployê de bû û ji bo ku zirarê nede dostaniya bi Sûriyê re, her wiha ji bo ku pirgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser bike û peşiya qirkirina gele Kurd û gelên Rojhilata Navîn bigre, Ewropayê tercîh dike da ku bikaribe siyaset bike. Di dîroka 9’ê Cotmeha 1998’an de li ser dawet kirina dewleta Yûnan, Serokatî ji Şamê derdikeve û berê xwe dide Atînayê. Komploya katîlên kastîk ê hemdem wê demê kete meriyetê. Ji Atînayê heya Moskovayê, ji Romayê heya Belarûsê û Naîrobiyê… Dewletên di 7 parzemînên cîhanê de ji bo girtina Rêber APO kar dikirin û wî wekî ‘persona non gradita’ îlan kiribûn. Gelê Kurd ê ku Rêber APO re bibûn yek dema ku komplo û armanca wê bi zelalî dîtin û xeteriya li ser hebûna xwe hîs kirin, her çar parçeyê Kurdistanê û derveyî welat dest bi serhildanê kirin. Dixwastin taritiya komplogeran, bi agirê “KES NIKARE ROJA ME TARÎ BIKE” ve ronî bikin. Li her derê bi yek dil, yek mejî, yek hebûn û yek deng li derdora Rêbertî bûn xelekek ji agir.
Piştî 130 rojan di 15’ê Sibatê de Rêber APO ji ‘Dojeha Naîrobî’yê bi hevkariya CIA, Mossad û MÎT’ê tê revandin û teslîmê dewleta Tirk dikin. Daxuyaniya Bûlent Ecevît ya sibeha 15’ê Sibatê, di esasê xwe de çikandina xençerê bû. Ji ber bi vê komployê ve xençerek li pişta mirovahiyê xistin, li pişta jin û gelê Kurd dixin. Rêber APO ev komplo şibihande çarmixa Îsa û wiha got: “Mîxa despêkê li Yunanîstanê li min dan. Ya duyemîn li Rusyayê, ya sêyemîn lî Îtalyayê û ya dawî jî li Tirkîyê.” Ji bo Kurdan 15’ê Sibat bû Roja Reş. Carekî din dîroka wan li ber çaven wan zindî dibû. Aqubeta pêşengên xwe Şêx Seîd û Seyît Rizayan ji bîr nekiribûn. Lê êdî Kurd ne yê berê bûn. Di nava 24 saetan de ji Kurdistanê heya metrepolên Tirkiyê, ji wir heya Ewrûpayê ji bo Kurdan bibû roja qiyamete. Ji ber vê di serî de li pêşiya seferxaneyên Îsraîl, Tirkiyê, Kenya û Yûnanîstanê bibû cihê serhildanê. Ji ber dizanîbûn ku beyî Rêbertî jiyan nabe. Jiyana bê rûmet qebûl nekirin û di oxira wê de mirin jî dan berçavê xwe. Ev serhildanê gel, berxwedan û sekna fedayî ya tevgera azadiye li pêşiya fizîkî tinekirina Rêbertî bû asteng. Ji ber esas armancê komplo yê yekem fizîkî îmhakirina Rebertî bû û bi vî awayî ji bo vala derxistina komploya ku di dîrokê de mînaka wê nînê, bû gav avetinekî mezin.
Zindana İmralî sala 1936 cara yekem te avakirin. Cihe girtiyên siyasiye û kesen weke Adnan Menderes, İbrahîm Balaban, Yilmaz Gûney tê de mabûn lê yekem car ji bo yek kesî hate hazir kirin. İmralî ne tenê zindaneke û işkencexaneyek e. Bi komployê zindana İmrali xwestin bikin mekana qirkirina Kurdan. Pergala qirkirin, metîngerî û tecrîdê ya zindana Îmraliyê taybet hatiye amadekirin. Însanê herî civakî; Rêber APO xistina hucreya yek kesî de, tena serê xwe şerek ji bo civakbûnê ye. Pilansaziya hêzên komploger ku nikarîbûn Rêbertî bi fîzîkî îmha bikin wiha bû: “Însanek demdirêj di cîhekî 4 metro de tena serê xwe bimînê, ew ê psîkolojî û karkirina mêjiyê wê bandor bibe. An jî tekiliya însanekî ku aşiqê civakbûnê ye ji derve re qûtkirin û gelekî ku beyî Rêberê xwe nikare jiyan bike bêagahî hîştinê ve wê serî ji laş qût bibe.” Bi vê plansaziyê ve hêzaran rêbazê şerên taybet û psîkolojîk li ser Rêber APO ceribandin. Di nav tecrîdê de tecrîd pêkanîn. Penus û kaxiz bîle jê sitandin. Hemû navenda şerê NATO’yê û hêzên hegemon, bibû Îmrali û şerê li wir bandorî di serî de gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn dikir. Bi van kiryaran di despêka sedsala 21’emîn de dixwastin hêviya gelekî tine bikin û ronahiya wan vemirînin. Dixwastin Girava Îmraliyê bikin weke zinarên Kafkasya ku Prometheus pê hatibû girêdan.
Bersiva Rêber APO ya ji vê komployê re hemû pilansaziyên wan vala derxist: LI BER KENDALÊ BIBASK BÛYİN. Rêber APO çawa ku gelekî li ber mirinê jinûve vejand, tevger û serhildanekî ku li ber kendalê ye û kêm maye jê bikeve jî bibask kir û bilindtir, biheybettir firiya. Berxwedana Îmraliyê, berxwedana mirovahiyê ya li hemberî xerabiyê ye, berxwedana bindestan ya li hemberî zaliman e, berxwedana hêviyê ya li hemberî reşahiyê ye û berxwedana jiyanê ya li hemberî mirinê ye. Di şexsê kesekî de milyonan berxwe da.
Dewlet û saziyên ku xwe weke nûnerên demokrasiyê binav dikirin jî bûn parçeyekî vê komployê. Tu zagonên huquqî û mirovî li Îmraliyê ne derbasdar e. Di 27 salan de di nava rastiyekî bi vî awayî de, di tenêtiyekî mezin de Rebertî gelekî ku dîroka wê, erdnîgariya wê, nasname û hebûna wê dihate înkar kirin, bi îrade û bi hebûn kir. Ji bo ku em bibin civak, Rêbertiya me 27 sal xwe tenê hişt. Dema ku bi qasî serê derziyê jî heviya kesekî nema bû, dijmin bi serkeftina xwe serxweş bibû, Rêber APO bi paradîgmaya xwe civakek di wê hucreya 4 metro de dikir xwedî zanebûn, xwedî hebûn, xwedî îdeolojî, xwedî ax û nasname. Di 4 metroyê de cîh û derfeta jiyanê bi mîlyonan Kurda û mirovahiya azad re çêkir. Ev destkeftî hemû Rêbertiya me bi aqilekî û hafizeyekî gerdûnî, bi penûs û pêlan ve çêkir. Ev aqilê ku weke Manîfestoya Civaka Demokratîk hate penase kirin, bû navê jiyana nû ya ku ji navenda Kurdistan û hemû welatan bi qafîleyan jin, ciwan û azadîxwaz ber bi avakirina wê paradîgmayê ve bi eşq baz didin. Bi taybet ji wan welatên ku Serokatî weke ‘kese naye xwestin’ îlan kiribûn, bû bi hezaran bi mîlyonan Rêbertî wekî Rêbertiya azadiyê dibînin û ji bo ku xwe azad bikin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO tekoşin dikin. Ev hêza mezin dibû, dest û perspektifa ku hewil dida xençerê ji pişta mirovahiyê derxe û anî ber derxistinê.
Dema roj bû 23’ê Cotmeha 2025, êdi dijmin fem kir ku Kurd û Rêbertiya wê di Rojhilata Navîn de hêzeke ku dest jê nayê berdan. Di encama tekoşînê de dewleta Tirk tinebûna xwe didît. Ji bo vê careki din mecbûrê Rêbertiyê man. Rêbertî bi banga xwe ya dîrokî ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ ve pêvajoya bihebûn bûyîn ya gelê Kurd biserxist. Pêvajo û dema hebûn azadkirinê da despê kirin. Ev hebûn jî tenê û tenê wê bi Rêbertiya azad re pêk were.Bi vî awayî ew xençer wê têkeve çopa dîrokê û WÊ AZADÎ BISERKEVE!”
Çavakanî: Yurtsever Genç Kadın Dergisi’nin Eylül- Ekim Sayısı Çıktı – Komalen Jinen Ciwan



