STENBOL – Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê, ji bo enternasyonalîst Emîne Erciyes, endamên Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê û Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldarku di sala 2020’an de şehîd bûn her wiha Berîtan Amed û Çiya Rizgar, ku vê dawiyê ji ber nexweşiyê xwe koça dawî kirin, çalakiyek bîranînê hat lidarxistin.
Di çalakiya ku li baregeha parêzgehê ya Partiya DEM’ê hat lidarxi stin de, wêneyên şehîdan hatin hatin daliqandin û mûm hatin vêxistin. MEBYA-DER, TUHAY-DER, Dayikên Aştiyê, rayedarên Partiya DEM û DBP, endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya DEM’ê û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn.
Bername bi deqeyek bêdengiyê ji bo şehîdan dest pê kir. Di kêliya bêdengiyê de, ciwanan sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin û dirûşmeyên wekî “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” qîr kirin. Bîranîn bi vîdyoyek ku jiyan û têkoşîna şehîdan nîşan dida berdewam kir û bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Piştî çalakiyê, girseyê hewl da ku ji bo şehîdên azadiyê bimeşe. Lê polîsan rê li ber meşê girt û barîkatan danîn. Li hember vê yekê, ciwan û beşdaran bi dirûşmeyên wekî “Zulm nikare me bitirsîne”, “Em ê aştiyê biparêzin, em ê van barîkatan derbas bikin”, “Bijî Rêber APO” û “Şehîd namirin” nêzîkatiya faşîzane protesto kirin.


