HESEKE – Li gundê Til Tewil ya girêdayî Heseke, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan beşekî ji “Manîfesto Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo hat xwendin û nîqaş kirin. Bi dehan şêniyên gund beşdarî nîqaşê bûn, ku bi taybet mijarê “Qetilê Kastîk” girt dest.
Di serî de hemû şehîdên şoreşê bi deqayekî rêzgirtin hatin bibîranîn. Piştî wê beşekî ji pirtûkê Rêber Apo li ser “Qetilê Kastîk” hat xwendin.
Piştre, nîqaş hat vekirin. Beşdaran qala şkandina civaka xwezayî de û pêşketina pergala zilamsalar heya roja îro kirin.



