REQA – Nivîsgeha Çalakiyên Ciwanan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqa li baregeha Desteyê ya li Stadyuma Şaredariyê dewreyek perwerde yê zimanê Îngilîzî dan destpêkirin. 13 ciwanan beşdarî dewre dibin. Perwerde wê 2 mehan bidomîne û wê 16 waneyan werin dayîn.
Ev perwerde pêşxistina zanistê ciwanan hedef dike da ku ciwanan bikaribin di gelek cihên cuda de kar bikin. Ev dewre beşek ji plana Desteyê ye ji bo perwerdekirina ciwanan û pêşxistina wan di warên cûrbecûr ên zanistî û çandî de.



