DÊRAZOR – Dewreya Şehîd Nûredîn Sofî ya Akademiya Şehîd Cemîl Cûdî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê bi beşdarbûna 10 ciwanan bi dawî bû.
Di perwerde de waneyên bîrdozî û siyasî hatin dayîn. Her wiha, aktîvîteyên civakî, werzîşî, gerên meydanî di komînan de, gotûbêjan û pêşkêşkirina belgefilman li ser tekoşîna azadiyê, û xwendina Manîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo hatin kirin.
Di dawiyê perwerde de, rexne û rexnedayîn ji aliyê beşdaran ve hat kirin, ser esasê derbaskirina kêmasiyên kesayetî û avakirina kesayetekî şoreşger. Piştî wê beşdaran soz dan ku wê xebatê xwe ji bo rêxistinkirin û perwerdekirina ciwanan berdewam bikin.
Perwerde bi pêşkêşkirina şano, stran û govend bi dawî bû.



