DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê li Akademiya Şehîd Cemîl Cûdî, dewreya Şehîd Nûredîn Sofî, nîqaşên bîrdozî û siyasî li dar dixe.
Yek ji mijarên nîqaşê danûstandinên di navbera hikûmeta Şamê û şandeya Rêveberiya Xweser a ji bakur-rojhilatê Sûriyeyê bû.
Ji bo vê yekê, endamên perwerde xwe di du tîman de dabeş kirin û her yekî aliyekî girt.
Perwerde bi gelek waneyên ramanî li ser esasê Netewa Demokratîk û bi aktîvîteyên civakî berdewam dibe.



