REQA – Encûmena Werzîşê ya girêdayî Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Reqayê, li Stadyuma Şaredariya Reqayê, bi beşdariya 25 lîstikvanên ji komên temenên cûda, şampiyoniya “gureşa Yewnanî-Romanî” ya herêmî li dar xist.
Di dawiyê de xelat ji lîstîkvanên serkeftî re hatin belavkirin.
Bi van çalakiyan Encûmena Werzîşê hedef dike ku aktîvîteyên civakî û werzîşî pêşbixe, da ku civakekî bi tendirust were avakirin.



