STENBOL – Mîtînga 1’ê Îlonê ku bi hezaran kes beşdar bûn bi dawî bû. Bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Rihtimê ya Kadikoy a Stenbolê mîtîngek bi dirûşmeya “Demokrasî û Aştî dê li dijî şer û mêtingeriyê bi ser bikevin” hat lidarxistin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên kedê, rêxistinên ciwanan, sendîkayan û gelekên din beşdarî mîtîngê bûn.
Qada mîtîngê bi coşeke mezin tijî bû, mirovan dirûşmeyên wekî “Ne şer, niha aştî” qîr kirin û li ser aştiyê israr kirin. Posterê mezin ê Rêber APO hat vekirin û wêneyên Ş. Sakîne Cansiz, Cîhan Bilgin û gelek jinên ku di têkoşîna xwe ya azadiyê de hatine kuştin jî li meydanê hatin hilgirtin. Jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî mîtîngê bûn û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” li seranserê Kadikoyê deng veda. Coşa ciwan û jinên ku govend gerandin qet nesekinî û li seranserê meydanê belav bû.


