QAMÎŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Qamîşloyê salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi coş û biryardariyeke mezin pîroz kir. Tevgera ciwanan ev roja girîng bi meşa seyareyan di nav bajêr de bi bîr anî û bi sedan ciwan beşdarî çalakiyê bûn.
Alên Rêber APO û Tevgera Ciwanan di tevahiya çalakiyê de hatin hilgirtin. Ciwanan gelek caran dirûşmeyên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikirin qîr dikirin. Bi dirûşmeyên wekî “Ciwan fedayê Reber Apo ne” û “Em ciwan, em ciwan, em fedayê Öcalan” bi dengekî bilind dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo nîşan dan.
Xwepêşandana ku ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Qamîşloyê ve hat lidarxistin, ciwan bawerî û biryardariya xwe di têkoşîna azadiyê de nîşan dan.


