NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) gerîla Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar ên ku sala 2019’an şehîd bûne, bi “rêzdarî û minetdarî” bi bîr anî û got, “Em ê ala têkoşînê ya dewrî şopdarên xwe kirine, bi serketinê tacîdar bikin.”
HPG-NRÇ’ê daxuyaniyek nivîskî da û got, “Em hevrêyên xwe Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar ên ku sala 2019’an şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Hevrêyên me Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar bi biryardarî û îdîayeke mezin tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn. Bi tarzê jiyana Apoyî û hevrêtiya xwe ya kûr, her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anîn. Hevrêyên me li gelek qadên cuda xebat meşandin, bi tevlîbûna xwe ya bêteredut a di pêvajoya şer de û bi tarzên xwe yên fedayî bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Li dijî konsepta îmha û tasfiyeye ya li ser gelê me û Tevgera me hatî ferzkirin, di her xebatê de tevlîbûneke bi moral û coş raber kirin. Em ê ala têkoşînê ya ku şehîdên me dewrî me şopdarên xwe kiriye, bi serketinê tacîdar bikin û li ber bîranînên wan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên şehîdên xwe yên leheng li Kurdistana azad bidin jiyîn.”
Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd, bi vî rengî hate diyarkirin:
![]() |
Nasnav: Rojda Arjîn
Nav û Paşnav: Mehnaz Bazarxak Cihê Jidayikbûnê: Merîwan Navê Dayik – Bav: Gulçîn – Mehdî Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Îlona 2019’an / Metîna |
![]() |
Nasnav: Serdem Wan
Nav û Paşnav: Welat Hazir Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik – Bav: Sabrî – Adem Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Îlona 2019’an / Metîna |
![]() |
Nasnav: Hêja Mawa
Nav û Paşnav: Bêrîtan Aktaş Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik – Bav: Hayat – Cemalettîn Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Îlona 2019’an / Metîna |
![]() |
Nasnav: Nizar Cizîrî
Nav û Paşnav: Adem Gok Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik – Bav: Ummuhan – Feyzullah Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Îlona 2019’an / Metîna |
![]() |
Nasnav: Sozdar Ronî
Nav û Paşnav: Sevda Yagan Cihê Jidayikbûnê: Sêrt Navê Dayik – Bav: Xezal – Fazil Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Îlona 2019’an / Metîna |








