NAVENDA NÛÇEYAN- Rawangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku cenazeyê endezyarekî ciwan ê ku li gundê Sêsîniyê yê Tartusê bi xeniqandinê hate kuştin, hatiye dîtin. Rawangehê ragihand ku li ser cenaze nîşanên îşkenceyê hene.
Çalakvanên herêmê nasnameya jina mirî di parvekirinên medyaya dijital de eşkere kirin. Navê endezyar Rewan Amtaniyos Salom e, 25 salî ye û endama civaka Xiristiyan e.
SOHR bang li rayedaran kir ku sûcdaran nas bikin û wan bînin ber dadgehê. Di daxuyaniyê de li dijî zêdebûna tundûtûjî û sûcên rêxistinkirî yên vê dawiyê li welêt hişyarî hat dayîn.



