–NAVENDA NUÇEYAN Di panêlê de, Tevgerên Ciwanên Şorger ên Sûriyayê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekitiya Jinên ciwan û partiyên siyasî hazir bûn.
Endama Desteya Ciwanan û Werzîşê Suha El Mihemed perspektîvên Rêber APO xwendin.
Piştre, hevserokê Rêxistinên Civaka Demokratîk a Reqayê Xalid Berkel, li ser dewlet, desthilatdarî û demokrasiyê axivî û diyar kir ku ji bo ku ew cewherê vê panêlê fam bikin, ev qonaxa dîrokî û girîng hewce dike ku ew van têgehan fam bikin, ku koka êşê ne. Rêber Apo gihîşt wê encamê ku sedema bingehîn ya şer û pevçûnan vedigere van têgehan.
Piştî axaftinan, ciwanan nêrînên xwe der barê têgeha dewlet û desthilatdariyê de parve kirin. Rêvebera Ofîsa Werzîşê ya Dibistanan a Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Suha Mihemed axivî û wiha got: “Dewlet cihekî erdnîgarî yê taybet e ku qanûnên taybet ji hêla kesên desthilatdar ve têne ferzkirin. Em wekî projeyeke neteweya demokratîk, xwedî hişmendiyeke demokratîk in da ku erdnîgariyekê ava bikin ku xizmeta her kesî bike. ”
Endamê Akademiya Rêber Abdullah Ocalan, Beşîr El Nayif destnîşan kir ku civaka xwezayî li gorî xebata beşdarbûnê bêyî ku li ser her tiştî yekdestdar be, tevdigeriya. Ger em jiyana xwe ya îro bi ya berê re bidin ber hev, em ê bizanin ka desthilatdarî çi ye.
Seroka Ofîsa Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Emîna Berkel eşkere kir ku dewlet û desthilatdarî bi hev ve girêdayî ne û ew hîna jî hene. Çareserî di neteweyek demokratîk de ye ku azadiya hemû gelan garantî dike.
Rêvebera Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Fatima El Hesen teqez kir ku demokrasiyê mafên wan wek jinên ciwan di hemû warên jiyanê de dane û wan ew maf bi dest xistine.
Panêl bi xwendina rêze encamnameyan ji aliyê, hevseroka Desteya Ciwanan û Sporê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Buşra El Ehmed ve bi dawî bû:
1-Ji bo derbasbûna metirsiya ji dewletê gereke tevgera ciwanan bi awayekî radîkal têkoşîn bike.
2-Ji bo derbasbûna dewletê û deshilatdariyê birûşûr werin nivîsandin û li hemû komînan were xwendin.
3-Ji bo hişiyarkirina civakê ragihandina pêngaveke xurt li ser esasê hişmendiya dewlet û deshilatdariyê semîner û panêl were pêk anîn.
4-Em weke Tevgera Ciwanan bi awayekî rast rastiya dewlet û deshilatdariyê ji aliyê dîrok û têkoşînê nas bikin.
5-Ji bo derbaskirina hişmendiya dewlet û desthilatdariyê, divê têgeha netewa demokratîk baş were fêmkirin.
6- Li hember hişmendiya dewlet û desthilatdariya di malbat, dibistan û hemû saziyên civakê de tê bikoşin.
7-Ji bo avakirina hişmendiya demokratiyê di civakê de, divê civak çanda demokratiyê û perwerdeya li ser vî esasî nas bike.
8-Ji bo çanda demokratîk û komînan, divê hemû civak kesayeta Rêber Abdullah Ocalan nas bike


