ŞENGAL- Di 11’mîn salvegera Fermana 74’an ya Şengalê de, 15 jinên ciwan bi tevlîbûna nava refên YJŞ’ê bersiva Jenosîda Êzidiyên Şengalê dan û cihê xwe di nav rêzên parastina jinên Êzidî de girtin.
11’emîn salvegera fermana li ser Şengalê ku ji aliyê civaka Êzidî ve weke Fermana 74’an hate binavkirin û weke birînekî kûr di dilê dîroka civaka Êzidî de cihê xwe girt, ji 7 heya 70 salî bi hezaran mirovên bêsûc ji mirinê re hatin terikandin.
Tenê bi hewara ev civaka ku di nav pencên qirkirinê de bû, şervanên azadiya Kurdistanê hatin. Ji ber ku hişmendiya qirker dizane ku mejiyê civakê ya herî zindî jine, di vê êrişa hovane de ku şerma sedsala 21’an ya mirovahiyê bû, herî zêde jinên Êzidî hatin hedef girtin. Bi hezaran jin hatin qetilkirin, revandin û di bazarande hatin firotin. Di 11’mîn salvegera fermanê de hê jî aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî nayên zanîn.
Soza xwedî derketina li ax û nasnameyê
Civaka Êzidî ku ji qirkirinê hat rizgar kirin, ji diroka xwe ku bi fermanan dagirtiye encamekî gelekî xurt girt. Bi vê derketina dîrokî re Hêza Parastina xwe ya Cewherî ku bi ala berxwedanê bilind kirin, hêzên parastinê YBŞ û YJŞ ava kirin.
Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku hêza parastina civaka Êzidî de bi rola xwe ya dîrokî rabû, her diçe hêza xwe di bingeha felsefeya Rêber Apo de bêhtir xurt dike û dibe xwedî nasname.
Di 11’mîn salvegera fermanê de,15 jinên ciwan li Sûka Kevin a Şengalê de, di hizûra şehidên fermanê de, ji bo tolhildana jin û zarokên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin û firotin biryara beşdarbûna hêza xwe ya cewherî YJŞ’ê dan û soza xwedî derketina li ax û nasnameya xwe dan.
Çavkanî: ROJNEWS



