NAVENDA NÛÇEYAN – Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê ji bo helbesta “Ji Hemû Zarokan re” ku ji hêla Rêber APO ve ji bo zarokan hatiye nivîsandin klîbek anîmasyonê amade kir.
Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê helbesteke ku ji hêla Rêber Apo ve ji bo zarokan hatiye nivîsandin weke berhemeke dîtbarî û guharî hat amadekirin. Helbesta bi navê “Ji Hemû Zarokan re” wekî klîba anîmasyonê hat amadekirin û bi raya giştî re hate parvekirin.
Hunermend Zîlan Dersim helbest xwend, muzîk û aranje jî Murat Yapiştiran û Serhat Hulaku kirine. Anîmasyon ji hêla Çekdar Farqîn ve hatiye amadekirin.
Berhema hunerî bi piştgiriya Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê ve hat çêkirin. Klîb cara yekem li ser Med Muzik TV û kanala YouTube ya kolektîfê hat parvekirin.
HELBESTA RÊBER APO YA JI BO ZAROKAN NIVÎSANDÎ:
“Silav bişînin ji zarokan re
Me sibehekê hev nas kir
Dema ku deriyê bi sîngoyê cemidî vebû
Weke her rojê gerdiyan li pêşberî min rawestiya
Di destê wî de gelek rojname hebun
Min jê pirsî îro name hatine
Bi dengekî nizim got, 195 name hene
195 name
Di nava her nameyê de 195 zarok
Hemû îro mêvanên min in
Di vî cihê biçûk yê 4 metreyan de
Hûn bixêr hatin zarokno
We gul anîn hucreya min
Dostên min ên dilmezin
Hûn bi bêhna biharê re hatin
We cîhanek anî hucreya min
We bayekî hînik anî vê hucreya min a bê hewa
We hemû reng bi behrê de berdan
Zarok bêhn kirin
195 caran bêhn kirin
Bikşînim, bikşînim nava xwe
Ez ê wan yek bi yek hembêz bikim
Pişt re dema min rojname li hevdixistin
Çavên min bi koşeyekê ket
Wêneyên zarokên Rihayê yên rêzbûyî
Bi rengê reş û spî
Zarok hemû di rengê spî de ne
Yek bi yek sekinîbûn di wêneyê de
Di her nêrîneke wan de gotin û çalakiyeke veşartî
Di yê herî biçûk de cîhanek
Nêrînên min li ser wan kilît bûn
Bê navber nîv seatê
Ez çûm cem wan zarokan
Cihê ku 195 name jê hatine
Ez çûm cem wan zarokan û hemû zarokên cîhanê
Nêrînên wan yên biçûk li dilê min pir mezin bandor kirin
Hemû zarok di wan nêrînan de veşartî ne
Di wan nêrînan de romanên bê nav hene..
Ez îro li ser destên biçûk meşiyam
Min destê xwe da zarokan
Ez birim
Ez birim azadiyê û esîmanan
Azadî bi wan dest pê dike
Bi wan diqede
Min îro bêhna axê û behrê hemû hembêz kir
Jixwe ez her zarok bûm
Ez di cîhana zarokan de veşartî me
Dema ez bi dostên xwe yên biçûk re ketibûm sohbetê
Bi dengê wî hesinê sîngo re hilçenîm
Gotin; dema hewagirtinê demjimêreke
Dema ku ez gav bi gav meşiyam
Min ew kevokên esîmanan yên ku difiriyan dîtin
Min destê xwe rakir
Bi dengê ku ji dilê hat min got, silav
Silav bêjin kevokno
Silav bêjin 195 zarokan
Ji wan re bêjin bila fêrî xweşikbûnan
Û zanistê bibin
Bêjin dayîk û bavan
Bila wan birçî nehêlin
Bêjin kevokno bêjin
Wan zarokên biçûk
Bêjin ez zarokan maç dikim
Silav ji hemû zarokan re bêjin
Bêjin, wê Rêber APO ji bo wan jiyan bike
Bêjin ez pir û pir ji wan hez dikim
Çavên hemûyan maç dikim.”


