NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK li navçeya Başakşehîr a Stenbolê belavokên li ser xweparastin û rêxistinkirinê belav kirin.
Daxuyanî derbarê çalakî wiha ye:
“Yekîneyên me yên Xweparastinê yên YCWK li navçeya Başakşehîr a Stenbolê belavokên li ser xweparastin û rêxistinkirinê belav kirin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku li hember kes û saziyên ku madeyên hişber difiroşin û bikar tînin, nirxên me yên exlaqî hedef digirin hesas bin û li ser vê bingehê têkoşînê berfireh bikin.
Pêvajoya Civaka Demokratîk a ji hêla Rêber APO ve hatî destpêkirin, ji aliyê dewletê pêşneketiye û qels maye, hilweşîna civakî dê zêde bibe û nirxên exlaqî dê werin hedefgirtin. Bi diyarkirina ku xweparastin bingeha jiyanek bi rûmet e, em hemû gelê xwe yê welatparêz bi heyecan û coşa ciwanan silav dikin.”



