TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilata Sûriye li gelek herêman ji bo jinên ciwan Kampa Xwebûn da destpêkirin. Li Tebqa bi kampek navendi ev xebat bi dawî bû.
Kampa Xwebûn di meha Nisanê de bi ya bajaran re destpêkir, piştra bi ya hereman re berdewam kir û herî dawî kampek navendî hat birêxistinkirin.
Kampa Xwebûn a navendî bi giştî 7 roj berdewam kir û bername di kampê de berfireh û dewlemend bû.
Dersên curbicur hatin dîtin û gelek niqaş hatin meşandin. Taybet xebatên atolye hatin rêxistinkirin. Her wiha jinên ciwan cihên dîrokî geriyan û naskirin.
Di mufredata kampê xwendina perspektîfên Rêber APO, dayîna semîneran li ser nasnameya jinên ciwan, atolye û lîstok hebûn.
Armanc ew bû ku jinên ciwan xwe nas bikin, li ser avakirina jiyana azad niqaş bikin, li ser şopa jinan di dîrokê de lêgerin û lêkolîn bikin. Her wiha di kampê de jinên ciwan hest û fikrên xwe ji bo Rêber APO nivîsandin.
Ev demekê Yekîtiya Jinên Ciwan ser navê Xwebûn kampan bi rêxistin dike. Ev kamp li ser esasê ku jinên ciwan hîn zedêtir cewhera xwe nas bikin û xwe nêzî fikri û felsefeya Rêber APO bikin. Bi kampa xwebûn ya navendî re ev xebat bi dawî bû.


