QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Cizîrê ji bo şermezarkirina komkûjiya gelê Dûrzî û Elewî ku ji aliyê hikûmeta Colanî ve tê tê kirin, daxuyaniyekî dan.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Em êrîşên li ser Siwêda û peravên Sûriyê û komkûjiya gelên Elewî û Durzî şermezar dikin. Em, wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yên herêma Cizîrê de, bi gelê xwe re di nav hevgirtinê de ne û piştgiriyê didin hemû mafên wan ên rewa. Em li dijî hemû pevçûn, nakokiyên mezhebî, wêrankirin û rijandina xwîna Sûriyeyê ne. Colanî û kesên li dora wî berpirsiyarên van binpêkirinan. Komîteya ku xwe wekî Komîteya Rastî û Lihevhatinê bi nav dike, ji bo komkujiyên ku li peravên Sûriyeyê li dijî gelê me yê Elewî qewimîn, bi tu awayî tiştên ku hikûmeta Colanî û Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) kirin şermezar nekir. Ji bilî sextekirin û tahrîfkirina rastiyan ji bo parastina Colanî û hêzên derve ku piştgiriya wî dikin, ku nikarin werin hikum kirin. Em van êrîşên li ser hemû axa Sûriyeyê şermezar dikin û li kêleka mafê hemû pêkhateyan û azadiya hemû olan li ser ramana neteweya demokratîk û biratiya gelan radiwestin.



