Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG-NRÇ’ê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi hurmet bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê got, "Em Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên PKK'ê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 43'an a çalakiya wan a dîrokî de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin."

Edîtor: Nucan Serdoz
14/07/2025 - 10:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG-NRÇ’ê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi hurmet bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) de hate gotin, “Em Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 43’emîn a çalakiya wan a dîrokî de bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê, ku li dijî zexta teslîmiyetê û êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya li Zindana Amedê bi hişmendiyeke şoreşgerî û baweriyeke xurt hate destpêkirin, rihê berxwedanê yê partiya me PKK’ê nîşan da. Vî ruhê berxwedanê ispat kir ku li hemberî her cûre zext, êşkence û êrîşên li hemberî Apoyiyan, tenê beden jî ma be wê li ber xwe bide û bi vê berxwedanê wê bi ser bikeve. Ruhê Berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ku bi fedakarî û fedaîtiyê ala me ya têkoşînê gihand asta herî bilind, di nava 42 salên derbasbûyî de xeta me ya têkoşînê diyar kir û bû çavkaniya herî mezin a hêzê ku biryardarî û daxwaza berxwedanê da me. HPG jî weke hêza fedaî şopdarê herî pêş ê vê xetê ye. Em diyar dikin ku çawa heta niha hate kirin ji niha û pê ve jî em ê şopdarê ruhê fedaî yê Apoyî bin, bi rengekî rast bi cih bînin û nûnertiya wê bikin. Li ser vê bingehê em Roja Rûmetê ya Neteweyî ya gelê Kurd pîroz dikin.”

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DEWAM DIKIN

HPG-NRÇ’ê li ser êrîşên dewleta Tirk jî ev agahî dan:

“Li gel agirbesta PKK’ê û biryara rawestandina têkoşîna çekdarî, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gerîla dewam dikin. Hêzên me ji 1’ê Adarê heta 1’ê Tîrmehê heta ku êrîşek bi armanca îmhayê nehate kirin, ti çalakî nekirin.

Dron, ÎHA û SÎHA hîn jî li ser eyaletên Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. Weke ku me beriya niha jî diyar kir; her karekî keşfê êrîşeke; ji ber ku karekî ji bo amadekariya êrîşê ye.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Metîna û Xakurkê, karê ji bo çêkirina rêyên leşkerî û baregehên ji bo dagirkeriyê dewam dike.

Di serî de tunela me ya li Qada Berxwedanê ya Dergelê ya li herêma Metînayê, êrîşên îmhayê yên li ser tunel û çeperên hêzên me dewam dikin. Nemaze li hemberî tunela me ya Şehîd Xemgîn a li Dergelê 4 caran bi teqemeniyên xurt, 4 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi kepçe û sondajan êrîş hate kirin. Hevrêyên me bi teknîkê bersiv dan van êrîşên ji bo îmhayê hatin kirin.

Li ser herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Garê êrîşên bi top, çekên giran û obusan dewam dikin. Ev herêmên me di navbera 27’ê Hezîranê û 13’ê Tîrmehê de 2243 caran hatin bombekirin.

Dagirker banga teslîmiyetê li hêzên me yên li Zap û Metînayê dikin. Ev bang aliyê şerê psîkolojîk ê êrîşên dagirkeriyê ye ku heta niha dewam dike û hewldaneke bêkêr e. Lê belê divê were zanîn ku bangên teslîmiyetê yên bê rûmet ên li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku şopdarên Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ne, hewldaneke giran a tevdanê ye, heqareteke giran e.

Êrîşên artêşa Tirk;

– Di 4 û 5’ê Tîrmehê de li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 4 caran bi teqemeniyên giran hatin bombekirin.

– 5 û 6’ê Tîrmehê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 4 caran bi gaza îsotê û gazên kîmyewî yên cuda hatin bombekirin.

– Di navbera 29’ê Hezîranê û 5’ê Tîrmehê de li herêma Metînayê 5 caran hewl hate dayin ku bi amûrên kunkirinê, kepçe û sondajê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê bêne hilweşandin.

– Di 5 û 10’ê Tîrmehê de li herêma Metînayê, tunelên me yên li Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî 3 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

– Di navbera 27’ê Hezîranê û 13’ê Tîrmehê de li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Dergelê û Serê Metînayê 981 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

– Di navbera 27’ê Hezîranê û 13’ê Tîrmehê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar û Sergelê 602 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

– Di navbera 27’ê Hezîranê û 13’ê Tîrmehê de li herêma Garê qadên Girê Zengil, Dêreşê, Kanî Sarkê, Gûzê, Zêvkê, Sêdarê, Deşta Kafya, Spîndarê, Yekmalê, Mijê, Girgaşê, Girê Reşîd 545 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

– Di navbera 27’ê Hezîranê û 13’ê Tîrmehê de li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yê Berê Zînê û Sinînê 115 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Stêrka Sor a Ciwanan: Şehîd Elî Çîçek

Nivîsa Pêş

Dîroka hevdîtina Şanda Îmraliyê bi serokên partiyên siyasî re hatiye piştrastkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dîroka hevdîtina Şanda Îmraliyê bi serokên partiyên siyasî re hatiye piştrastkirin

Dîroka hevdîtina Şanda Îmraliyê bi serokên partiyên siyasî re hatiye piştrastkirin

Şehîdên Berxwedana 14ê Tîrmehê li Helebê Hatin Bîranîn

Şehîdên Berxwedana 14ê Tîrmehê li Helebê Hatin Bîranîn

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.