Enter your email Address

Çarşamba, Ağustos 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

HPG bang li her kesî kir ku li ber van êrîşên li derveyî mirovahiyê rabin.

Edîtor: Nucan Serdoz
12/06/2025 - 17:33
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG: Hêzên PDK’ê kemîn danîn û gule li gerîlayan reşandin
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bi teqemeniyên xurt, gazên kîmyewî, drone, sondaj, kepçe û çekên giran êrîşî tunelên gerîla dike û hewl dide hilweşîne. Lewma bang li her kesî kir ku li ber van êrîşên li derveyî mirovahiyê rabin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) de hate gotin, “Weke ku raya giştî pê zane, hêzên me bi pêvajoya agirbestê re ku 1’ê Adarê destpê kir, derbasî pozîsyoneke cuda bûn. Lê belê li herêmên Zap û Metînayê hêzên artêşa Tirk li pey firsendê ne, çalakînekirina hêzên me ji xwe re weke firsendê dibînin, lewma bi rehetî tevdigerin û hewl didin qadên gerîla dorpêç bikin.  Bi vî rengî pozîsyona agirbestê bi rengekî gelekî qirêj bi kar tîne û dixwaze berxwedêrên tunelan îmha bike. Ev êrîşên ku di daxuyaniyên xwe yên rojane de me detayên wê parve kir, nîşan dide ku hêzên artêşa Tirk bi teqemeniyên xurt, gazên kîmyewî, droneyên bombebarkirî, sondajên hewl didin tunelan qul bikin, kepçeyên hewl didin tunelan hilweşînin û bi çekên giran êrîşî tunelên me dikin. Li gel biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê jî artêşa Tirk bi taybetî li gundê Sêgirê û Girê Amediyê yên nêzî navçeya Amediyê û gundê Şêlazê yê Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê, li ser qadên me rojên dawî gelekî gazên kîmyewî bi kar tîne. Artêşa Tirk ji xwe re kiriye armanc ku bi taybetî li van sê kampan hêzên gerîla bi gazên kîmyewî îmha bike.

Eşkere ye ku meyleke rantxuriya şer li vir tevdigere ku dixwaze biryarên kongreya 12’emîn a tevgera me û daxwaza Rêber Apo têk bibe. Ev hewldana feraseta komkujiyê ya alîgiriya şer ku hewl dide bi sûdwergirtina ji şert û mercên agirbestê li van sê nuqteyan gerîla îmha bike, nêzîkatiyeke nemerdane ye. Hem dixwaze vê yekê bi çekên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin bike, hem jî pêvajoya aştiyê sabote bike. Bi vî rengî di êrîşkariyê de israr dike. Bila xwediyên vê êrîşê zanibin; eger van êrîşên xwe yên qirêj nesekinînin wê hêzên gerîla jî mafê xwe yê derbasbûna li pozîsyona çalakiyê bi kar bînin û bi rengên cuda bersivê bidin. Ji bo rewşeke bi vî rengî rû nede, divê ev feraseta rantxuriya şer a li pey qehremaniya erzan, firsend, namerd û qirêj e, bê rawestandin. Eşkere ye ku eger ne ji pozîsyona agirbestê bûya wan nikarîbû bi vî rengî dorpêçî bikira. Eşkere ye ku dixwazin sûdê ji vê werbigire û encamê bi dest bixe. Her beşê ku alîgirê aştî û çareseriyê ne, em bang li wan dikin ku di vê mijarê de bi înîsiyatîf rabin. Her wiha em bang li hemû saziyên alîgirê mafên mirovan dikin ên ku li ber bikaranîna çekên qedexekirî radibin, bang li hemû derdorên alîgirê aştî û demokrasiyê dikin ku li pêşiya dewleta Tirk bibin asteng ku li Metîna û Rojavayê Zapê bi rengekî li derveyî mirovahiyê çekên qedexekirî bi kar tîne.”

ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞ DIKE, GERÎLA XWE DIPARÊZE

HPG-NRÇ têkildarî êrîşên li ser hêzên gerîla û bersiva li êrîşan ev agahî da:

“Êrîşên artêşa Tirk;

9’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

10’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 9 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

5, 6, 9, 10 û 11’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 11 caran bi droneyên bi teqemenî û gazên kîmyewî barkirî hatin bombekirin.

7 û 8’ê Hezîranê li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 5 caran bi droneyên teqemenî û gazên kîmyewî barkirî hatin bombekirin.

10’ê Hezîranê li herêma Garê qada Deşta Kafyayê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

5, 6, 9, 10, 11 û 12’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hewl hate dayin ku 26 caran bi kepçe û sondajê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bêne hilweşandin.

Di navbera 5-11’ê Hezîranê de li Herêma garê qadên Spîndarê, Kanî Sarkê, Zêvkê, Deriyê Hirçê, Deşta Kafya, Dêreşê, Girê Zengil, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

Bersiva hêzên me;

6’ê Hezîranê saet di 13:45’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hêzên me yên YJA Starê bi teknîkê li hedefan xist ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di pozîsyona êrîşê de bûn û kamerayek hate îmhakirin.

9’ê Hezîranê saet di 13:46’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi taktîka sabotajê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bi sontajê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê qul bikin.

10’ê Hezîranê saet di 12:00 de li Herêma Metînayê bi teknîkê li hedefên li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê di pozîsyona êrîşê de bû hate xistin, radarek hate îmhakirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

DEM Partiyê amadekariyê dike ku di demeke kurt de biçe Îmraliyê

Nivîsa Pêş

HPG’ê Fermandar Delîl Temel bi rêzdarî bi bîr anî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG’ê Fermandar Delîl Temel bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê Fermandar Delîl Temel bi rêzdarî bi bîr anî

Konferansa ‘Ciwan û Civaka Demokratîk’ were lidarxistin

Konferansa 'Ciwan û Civaka Demokratîk' were lidarxistin

Manşet

  • Endamên Meclîsa Ciwanên Demokratîk Bang li Şolena Aştî û Civaka Demokratîk dikin ku li Wanê were lidarxistin
  • Gelên rojava pêşengê şoreşê oxir kir- hat nû kirin
  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.
  • Ciwanan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk Xwendin: “Divê Em Rola Xwe ji bo Civaka Demokratîk Bilîzin”
  • Karwanê cenazeyê fermandar Nûredîn Sofî ber bi Qamişloyê ve bi rê ket
  • Cenazeyê yek ji pêşengên şoreşê Nûreddîn Sofî tînin Qamişloyê
  • Ciwanên li Qamîşloyê Perwerdehiya Xweparastinê Dibînin: “Em Amade ne ku Civaka xwe biparêzin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG: Em pêşengê neteweya Kurd Nûreddîn Sofî û hevrê Bahtiyar Gabar bi hurmet bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelên rojava pêşengê şoreşê oxir kir- hat nû kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Qamîşloyê Perwerdehiya Xweparastinê Dibînin: “Em Amade ne ku Civaka xwe biparêzin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nivîskar Firaz Baran Bangek li ser Dîroka Meşa Dirêj Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêveberên MÎT’ê yên ku PKK’ê ew girtibûn axivînPKK’nin tutukladığı MİT yöneticileri konuştu

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk Xwendin: “Divê Em Rola Xwe ji bo Civaka Demokratîk Bilîzin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YRK’ê şehîd Simko Serhildan di salvegera şihadeta wî de bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Endonezyayî: Armanca me ew e ku paradîgmaya ku ji hêla Ocalan ve hatî pêşxistin li her derê belav bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.