Enter your email Address

Cumartesi, Temmuz 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Tişrînê berxwedan bi ser ket

Edîtor: Nucan Serdoz
05/05/2025 - 11:53
di nav Giştî
Reading Time: 7 mins read
A A
Li Tişrînê berxwedan bi ser ket
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Bi amadebûna girsekek ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê ku zêdetirî 100 roj e gel çalakiya nobetê lê li dar dixe, daxuyaniyek da. Girse wêneyên şehîdên Berxwedana Bendava Tişrînê, her wiha wêneyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ên ku 19’ê Kanûna 2024’an û rojnamevan Egîd Roj ê ku 15’ê Sibatê  dema berxwedana bendavê dişopandin, di êrişên hewayê yên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, hildan.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd û Hisên Osman daxuyanî xwend.

Rêveberiya Xweser şehîdên Berxwedana Bendava Tişrînê bi rêzdarî bi bîr anîn û hemû kesên ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nobeta parastina bendavê de cih girtin silav kir.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hisên Osman ve û ya kurmancî ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Swêd ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji destpêka meha Çile ya 2025`an ve êrişên berfireh li dijî binesazî û navendên jiyanî yên herêma me hatin kirin. Bi vê yekê hewl dan ku îradeya gelên azadîxwaz û bi rûmet, têk bibin.

Êrîşên dijminahî bi awayekî raste rast û sîstematîk ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li derdora Bendava Tişrînê destpê kir û vê yekê xetereyeke mezin li ser bendavê çêkir; ji ber ew saziyeke jiyanî ye û av û enerjiyê ji bo milyonan kes re peyda dike. Di çarçoveya vê gefa heyî de şênî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb û Suryanan bersiv dan banga berpirsiyariya nîştimanî û tev li berxwedana berfireh a gel a di bin ala parastina xak û destkeftiyan de bûn.

Ji 8`ê Çileyê ve di serî de rêxistinên jin û ciwanan bi sedan şêniyan berê xwe dan Bendava Tişrînê, ji bo parastina herêmê seferberiya giştî ragihandin û li kêleka QSD`ê û YPJ`ê ku mertaleke xurt li hemberî hewldanên pêşketinê bûn, tev li nava refên berxwedanê bûn.

Vê berxwedanê destanên lehengiyên li hember amûra şer nivîsand û îsbat kir ku  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanek bê rûmet û ne azad qebûl nakin û amade ne ku heya nefesa xwe ya dawî hebûna xwe biparêzin. Ji ber wê jî Bendava Tişrînê şahidiya efsaneya têkoşînê ya keç u xortên xwe, rûpelek zêrîn di dîroka şoreş û berxwedanê de nivîsand.

Di serî de şehîd Menîce, şehîd Kerem Şehabî, şehîd Harûn, şehîd Ezîz Ereb, Bavê Teyar, şehîd Ronahî Efrîn em bejna xwe li hember şehîdên xwe yên qehreman û tevahiya şehîdên  ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirin, ditewînin. Em ji hemû birîndaran re şifaya  dixwazin û soz didin ku keda wan dê vala neçe.

Ev berxwedana ku zêdetirî 100 rojî bi sekn û fedakarî dewam kir di parastina xak û destkeftiyan de bi ser ket, li ser vê esasê em îro encamnameya wê bi serketinê radigihînin. Di heman demê de tekeziyê li ser berdewamiya têkoşîna li hember her xeteriyeke nû dikin.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hemû kesên ku di vê berxwedanê de cih girtin û hemû hêza xwe piştgirî dan berxwedana Bendava Tişrînê, silav dikin.

Her wiha em xebatkarên tenduristiyê silav dikin ku di şert û mercên herî dijwar de erka xwe pêk anîn. Her wiha  em rojnamegerên ku rastî ragihandin bi taybet şehîd Cîhan, Şehîd Nazim û Şehîd Agîd Roj û hemû kesên ku li gel vê destanê bûn û li kêleka gelê xwe bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bendava Tişrînê bû sembola yekrêziya neteweyî, bû keleha sekna gel a li hember dewleta Trik a dagirker, bû nimûneyeke zindî ya hêza gelên hevalbend di parastina xak û deskeftiyên xwe ruxmî hemû zehmetiyan.

Şehîd namirin

Şîfaya acil ji birîndaran re

Berxwedan heta serkeftinê dewam dike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Bordeauxê mîtîngek ji bo Rêber APO hate lidarxistin

Nivîsa Pêş

HPG’ê şehîdên Zapê bi bîr anî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG’ê şehîdên Zapê bi bîr anî

HPG'ê şehîdên Zapê bi bîr anî

HPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin

HPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin

Manşet

  • Bi pêşengtiya jinên ciwan, Helebê ji bo azadiya Rêber Apo meşiya
  • Hejmara Tirmeh û Tebaxê ya Kovara Silava derket
  • Li Hesekê jineke ciwan a 19 salî hat qetilkirin
  • Ciwanên TCŞ dîmenê Koma Aştî û Civaka Demokratîk temaşe kirin
  • Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî
  • HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bibîr anî
  • Endamên TCŞ’ê standeke agahdarkirinê li dar dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Endamên TCŞ’ê standeke agahdarkirinê li dar dixin

    Endamên TCŞ’ê standeke agahdarkirinê li dar dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz bi pîrozbahiyekê Dewreya Şehîd Ronîza Mihemed bi dawî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ’ê nasnameya Ş. Tolîn Pelşîn Baz eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Tirmeh û Tebaxê ya Kovara Silava derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên TCŞ dîmenê Koma Aştî û Civaka Demokratîk temaşe kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Nûcan Serdoz: Bêhna Dagirkeriyê Diçikand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.