Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina li gel AKP û MHP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist

Edîtor: Nucan Serdoz
17/03/2025 - 20:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 9 mins read
A A
Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina li gel AKP û MHP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- DEM Partî piştî banga dîrokî ya Rêber APO bi partiyên siyasî re hin hevdîtin pêk anîn û têkildarî hevdîtinên berbehs daxuyaniyan dide.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, piştî hevdîtinên îro yên li gel AKP û MHP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Civîna çapemeniyê li Mêclîsê hate lidarxistin û Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku wan di hevdîtinan de li ser banga Rêber APO ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ gotûbêj kirine.

Bakirhan ev yek anîn ziman: ‘’Me çavdêriyên xwe anîn ziman. Li gel her du partiyan me li ser hiqûqa aşitiyê xeber da. Bi awayekî dûr û dirêj me li ser pêkanîna aşitiyê xeber da.’’

‘ME BI DÎNAMÎKÊN CIVAKÊ YÊN BIRÊXISTINKIRÎ RE HEVDÎTIN PÊK ANÎN’

Bakırhan di dewama axaftina xwede ev yek anîn ziman: ‘’Me heya niha bi qasî 101 civînên bi gel re pêk anîn û bi dînamîkên civakê yên birêxistinkirî re hevdîtin pêk anîn. Me agahiyên têkildarî van civînan li gel du partiyan parve kirin. Di cîvîn û seredanên berbehs de di nava gel de tiştên herî girîng demokrasî û avêtina pêngavên hiqûqî bûn. Me ev yek jî li gel partiyên ku pê re hevdîtin pêk anî, parve kirin. Me ji her du partiyan re anî ziman ji bo pêşketina pêvajoyê pêngavên hewce werin avêtin. Me anî ziman ku ger pêngavên hewce werin avêtin dê metirsiyên herêmî û gerdûnî bi awayekî hêsantir werin derbaskirin. Me ev yek nirxandin.

PÊWÎSTIYÊN JI BO PÊŞKETINA PÊVAJOYÊ

Dema ku me qala hin pêwîstiyên ku ji bo ev pêvajo bi awayekî hêsan pêş bikeve, dikir, me got ku dibe ku şert û mercên Birêz Ocalan yên têkildarî xebitîn û ragihandinê werin sererastkirin. Ji bo avêtina gavên demokratîk, me anî ziman ku divê xebat werin kirin. Me anî ziman ku bikaranîna bandora xwe ya ji bo aşitiya mayînde ya li Sûriyeyê, dê têkariyê li pêvajoya li vir jî bike.

EM ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR DIKIN Û BI HÊRS IN

Dema ku me têkildarî mezinkirina hêviyên aşitiyê hevdîtin pêk dianî, mixabin ku vê sibehê me agahiyeke nebaş wergirt. Li Kobanê êrîşek pêk hatiye û 7 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest daye. Em vê êrşê şermezar dikin û gelekî bi hêrs û xemgîn in. Dixwazin diyar bikin ku erîşên bi vî rengî dê zirarên mezin bide pêvajoyên li Sûriyeyê û li vir. Hem Birêz Ocalan û hem jî Birêz Erdogan beriya niha bi israr li ser meseleyekê sekinîn ku ew meseleya sabotajê ye. Her duyan jî bal kişand ser sabotajê. Divê kiryarên van sabotajan werin eşkerekirin. Em van komkujiyan bi tu awayî qebûl nakin. Ev ne êrîşeke jirêzê ye. Tu têkariyan van êrîşan ji bo pêvajoya heyî tune ye ku mînakên vê yekê yên beriya niha jî hene. Divê dev ji vam yekan bê berdan.

DIVÊ SABOTAJ WERE EŞKEREKIRIN, BERPIRSIYAR WERIN DARIZANDIN

Birêz Erdogan beriya niha anî ziman ku ew ê li hemberî her cure sabotajan tedbîrên hewce bistînin. Ez dixwazin ji vir bendewariyên xwe ji Birêz Erdogan re bînim ziman. Divê tavilê ev sabotaj were eşkerekirin û kiryarên wê werin darizandin. Me gelek astengî, nîqaşên erênî û neyînî derbas kirin. Bi hesasiyeteke mezin gihîştin vê qonaxê. Li vir berpirsiyariya sereke dikeve berê desthilatdariyê. Divê desthilatdarî erk û berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne. Pêvajoya heyî 85 milyon welatiyan eleqedar dike. Dubare tînim ziman ku divê hemû kes bi gotin û pratîkên xwe berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne.’’

‘DÊ KENGÊ BIÇIN ÎMRALIYÊ’

Piştî axaftina Bakirhan Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê bersiva pirsên rojnamegeran da.

Tulay Hatîmogûllariyê ev yek anîn ziman: ‘’Bernameya têkildarî çûna Îmraliyê dê di nava çend rojan de diyar bibe. Vê gavê serlêdaneke me tune ye.

Mijara çekdanîna PKK’ê ku ji aliyê Birêz Bahçelî û partiyên din ve hate îfadekirin. Em vê mijarê jî weke we ji nêz ve dişopînin. A niha hê jî operasyonên ji bo derveyî sînor berdewam dikin. Weke meseleke ewlehiyê îfade dikin. Birêz Ocalan di banga xwe ya di 27’ê Sibatê de bi awayekî zelal anî ziman. Gotibû ku ez xwediyê wê hêzê me ku kongreyê li dar bixim û biryaran bidim. Ji bo vê yekê divê şert û mercên hewce yên dabînkirina vê yekê werin bicihanîn. Bi qasî ku em dizanin têkildarî vê mijarê hê pêngavek tune ye.

ME TÊKILDARÎ MIJARA DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN BERSIVEKE ZELAL STAND

Fıkra me ya têkildarî desteserkirina şaredariyan weke paşerojê, aniha jî zelal e. Di demên nêz de jî ev yek pêk hatin. Me nêrînên xwe yên têkildarî vê mijarê li gel partiyên ku bi wan re hevdîtin pêk anî, anîn ziman. Lê belê me bersiveke zelal nestand. Lê belê girêdayî mijara demokratîkbûyînê her du partiyan jî anî ziman ku divê hin gav werin avêtin.

DIVÊ DEWLET Û RÊVEBERÎ PÊNGAVÊN ERÎNÎ BIAVÊJIN

Têkildarî çekdanîna PKK’ê peyameke giştî hate dayîn. Girêdayî vê yekê em nikarin dîrokekê û plansaziyekê diyar bikin. Ne DEM Partî ne AKP û ne jî MHP’ê bi serê xwe dikare biryara vê yekê bide. Derveyî vê yekê bi taybet helbet erk û berpirsiyarî dikevin berê AKP’ê. Ji ber ku bi rê ve dibe. Gotinên Birêz Erdogan yên têkildarî vê mijarê gelekî, girîng in. Em nizanin bê ka ev çi ne. Têkildarî vê yekê divê Birêz Serokkoma û rêveberî pêngavên erênî biavêjin.

DÊ PEYAMA NEWROZÊ WERE DAYÎN?

Têkıldarî plansaziya Newrozê me ji Birêz Ocalan re anî ziman ku ji bo di Newrozê de were dayîn, em li benda peyamekê ne. Em li bendê ne ku pêngaveke şênber were avêtin. Peyameke Birêz Ocalan dê piştgiriya vê pêvajoyê bike. Ji ber vê yekê em girîngiyeke mezin didin vê peyamê. Me daxwazên xwe yên têkildarî vê peyamê ji rayedaran re ragihand. Em hêvî dikin ku bersiveke erênî bistînin. Di rojên pêş de em ê vê yekê bibînin.’’

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla TV dîmenê xistina Akinci weşand

Nivîsa Pêş

Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

Komkujiya Kobanê li Stûttgartê hate protestokirin

Komkujiya Kobanê li Stûttgartê hate protestokirin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.