Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

TAJÊ; Naskirina me ya ji bo Rêber APO tê wateya vejîneke nû

Edîtor: Nucan Serdoz
08/03/2025 - 23:09
di nav Çalakî, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
TAJÊ; Naskirina me ya ji bo Rêber APO tê wateya vejîneke nû
ParvekeTweet

ŞENGAL – Îro 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar li holeke Sinûnê bi pêşengiya TAJÊ, YJCŞ û Însiyatîfa Jinên Ereb yên Şengalê, bi awayeke coş û girseyî hate pîroz kirin û piştgirî dan banga dîrokî ya Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog û aştiyê.

Îro şahiya 8’ê Adarê ya Şengalê ku bi pêşengiya TAJÊ û Însiyatîfa Jinên Ereb a Şengalê de pêk hat bi coş derbasbû. Jinan bi daxuyaniyekî piştgirî dan peyama Rêber Apo ya: ‘’Divê jin pêşengiyê ji pêvajoya aştî û demokrasiyê re bikin’’ û hate gotin: ‘‘Bi banga Rêber Apo re têkoşîna me ya 10 salan derbasê qonaxeke nû bû. Emê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê rawestan têbikoşin û ji bo serxistina pêvajoya ku Rêbertî daye destpêkirin, heya dawî bixebitin.”

TAJÊ ku plankiribû li deriyê geliyê Kersê bi beşdariya jin û mêran meşeke girseyî lidarbixin û paşê derbasê cihê şahiyê bibin, ji ber barîna baranê cih guhert û li holeke Sinûnê pîroz kir. Jin wêneyên Rêber Apo rakirin, bi dirûşmeyên, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ ketin holê.

TAJÊ çalakiyên 8’ê Adarê yên îsal bi dirûşmeya, ‘Em bi jin jiyan azadî, nirxên şoreşa jinê biparêzin’ lidarxist. Li gel vê dirûşmeyê pankarta, ‘Bi rûhê jin jiyan azadî ber bi civaka demokratîk ve’ hate daliqandin.

TAJÊ: Banga sedsalê silav dikin

Şahî bi deqîqeyek rêzgirtin, destpêkir. Paşê peyama Rêber Apo ya îsal bi rêya şandeya Îmraliyê ji jinan re şandiye ji aliyê endama komîteya dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî ve hate xwendin. Piştî Şengalî  koma govendê ya Navenda Stîya Nexşa derket ser dike.

Di daxuyaniyê de peyama TAJÊ ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hico ve hate xwendin û bi daxuyaniyeke hevpar a hemû jin jî li gel bûn, beşdarbûna jinên Êzidî û Ereb ya li pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin hate ragihandin.

TAJÊ banga sedsalê silav kir

Di daxuyaniya TAJÊ ya bi sernavê: ‘‘Em banga sedsalê silav dikin û soza bilindkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didin’ de wiha hate gotin: ‘‘Ev bangawazî wê bi pêşengiya jina azad tesîrek mezin li pêşketina jiyana azad û demokratîk a gelên cîhanê bike. Wê ev banga dîrokî ji bo têkoşîna azadiya jin û sosyalîzmê bibe destpêkekî nû ya jiyana azad û wekhev.”

‘Me di fermanê de dît, çanda şer çiqasî êşên mezin bi me da kişandin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çanda şer û pevçûnê her tim li dijî jin pêşketiye û daxuyanî wiha berdewam kir: “Bi êşên mezin ên ku me di 74 fermanan de jiyan kir, me vê rastiyê pir vekirî dît. Bi hezaran keçên me hatin revandin, di bazaran de hatin firotin, bi tecawiz û kuştinê re rûbirû man. Zêdetirî 5 hezar însanê me ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin û 6731 kes jî hatin revandin. Hîna jî gelek ji wan winda ne û aqûbeta wan nayê zanîn.”

‘Naskirina me ya ji bo Rêber Apo tê wateya vejîneke nû’

Di dirêjahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo tolgirtina fermanan jinên êzidî cara yekem hêza xwe bi ronahiya felsefeya Rêber Apo nas kirine û ev nirxandin hat kirin: “Bi avakirina hişmendiya parastina cewherî ji bo gihandina xwebûnê, me rêxistina xwe ava kir. Di encama keda Rêber Apo de li ser bingeha perspektîfên azadiya jinê, ji bo me bû hêz, îrade û hişmendiya azadiyê da qezenckirin. Bi vê bîr û baweriyê têkoşîna me ya 10 salan bi banga Rêber Apo re derbasî qonaxekî nû dibe. Rêber Apo dibêje “ev bang ji bo gelê Êzidî ronesansek e, (jinûve vejîne) Ji bo gelê Êzidî yê ku 73 ferman jiyan kirî wê bibe destpêkek”. Ji ber ku naskirina Rêber Apo ji bo me wateya vejîna nû ye, ji bo wê em rêxistinbûna xwe mezin bikin, parastina cewherî xurt bikin û bi rih û felsefeya jin, jiyan, azadî heta mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, rola xwe ya pêşengiyê bilîzin.”

‘Emê ji bo serxistina pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin bixebitin’

Her wiha metna daxuyaniyê bi van hevokan bidawî bû: “Ger banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi awayekî serketî pêk were, wê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn û azadiya jinê bibe wesileya pêşxistina tevgera demokrasiya cîhanê. Ji ber vê yekê banga Rêber Apo ne bi dawî kirina pêvajoyekê ye, berovajî destpêkek nû ye. Em ê ji bo serxistina pêvajoya ku bi banga Rêber Apo dest pê kirî bi hemû hêza xwe tevlî pêvajoyê bibin û di bin her şert û mercî de xwedî lê derbikevin. Li ser vê bingehê bi hêza ku me ji coş û kelecana ruhê 8’ê Adarê girtî, em ê têkoşîna azadiya jin bi tacîdarkirina jiyana sosyalîst û demokratîk mîsoger bikin.’’

Berdevka Meclisa Jinên Ereb: Ev roja serhildana jinane

Berdevka Meclîsa Jinên Ereb Fatima Mistefa jî heman daxuyaniyê bi Erebî xwend û got: ‘‘8’ê Adarê roja serhildana jinên cîhanêye li dijî qirkirin û dagîrkeriyê. Ev roj ji bo jina tê wateya  azadî û berxwedanê. Serok Apo bi derketina xwere ket nava lêgerîne û pirsî ka çima tenê rojek  wek roja jinê hatiye diyarkirin û li ser vî esasî kariye bi pespektîfên xwe di zêhniyeta bi salan a  zilam de guhartinê çêbike. Em wek jinên Ereb ê Şengalê bi naskirina Rêbertî  her sal dikevin firqa  girîngiya vê rojê. Ji ber ku em salane vê rojê pîroz dikin û wek roja tekoşîna xwe digirin dest.’’

Fermandara YJŞ’ê: Di vê rojê de gelek berdêl hatine dayîn

Li ser navê YJŞ’ê Viyan Hebabî jî peyamek da û got: ‘‘Dema em vê rojê pîroz dikin, divê em bizanin, di ber vê rojê de çiqas berdêlên mezin hatiye dayîn. Ji saya vê rojê em gihîştine vê rojê, bûne xwedî hêz û li berxwe didin. Rêber Apo dibêje, divê ne tenê rojek hemû roj weke yên jinê were dîtin. Pêwîste civaka me jî wisa nêz bibin.”

Piştî peyaman koma strana ên Navenda Çand û Hunerê ya Stîya Nexşa derketin ser dike û stran gotin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan Reqa; “Ez 8’ê Adarê bi taybetî li Rêber APO pîroz dikim”

Nivîsa Pêş

Teko-JIN 8’ê Adarê li Stuttgartê bi coş pîrozkir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Teko-JIN 8’ê Adarê li Stuttgartê bi coş pîrozkir

Teko-JIN 8’ê Adarê li Stuttgartê bi coş pîrozkir

Li Wanê mitînga 8’ê Adarê

Li Wanê mitînga 8’ê Adarê

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.