Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Çalakiya şermezarkirinê: Gelê Wanê wê rê nede!

Edîtor: Nucan Serdoz
11/02/2025 - 13:04
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Çalakiya şermezarkirinê: Gelê Wanê wê rê nede!
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Dadgeriya Tirk li rûniştina biryardanê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a li Amedê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birî.

Ev biryara dadgeriya ser bi desthilatdariyê ve li pêşiya şaredariya Wanê hate şermezarkirin. Hevşaredar Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal jî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên “Zeydan rûmeta me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin qîrîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî banga piştevaniyê li xelkê bajêr kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan axivî û got, “Yên ku nekarîn serî li vî gelî bidin tewandin, bi lîstikên dadgeriyê hewl didin îradeya gel bişikînin.”

Zeydan bi bîr xist ku piştî hilbijartinên 31’ê Adarê nexwestin mazbataya wî radestî wî bikin û got, “Yên ku hewl didin dest dînin ser îradeya gelê Wanê, ji helwesta xelkê Wanê ya bi heybet ku xwedî li îrade, hiqûq, edaletê derket, ders wernegirtin. Em weke xelkê Wanê, ku baweriya xwe bi demokrasî, hiqûq, edalet û îradeya gel tînin, em ê bi serbilindî îrade û edaleta xelkê Wanê biparêzin.”

Zeydan bang li her kesî kir ku li ber vê bêdaletiyê rabin, li gel demokrasî û edaletê bin û got, “Em ê xwedî li vê îradeyê derkevin û bang li her kesî dikin ku xwedî li vê îradeyê derkevin.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî anî ziman ku li ti devera cîhanê daxwaza aştiyê sûc nîne û got, “AKP ku sê serdem in bi desteserkirina îradeya gel xwe ji bêhiqûqiyeke mezin xwedî dike, êdî hatiye ber tinebûnê.”

Neslîhan Şedal destnîşan kir ku gelê Kurd li her derê li ber xwe dide, li ser piyan e û got, “Ya ku winda bike wê AKP be, bêhn li AKP’ê çikiya ye. Desthilatdariya AKP’ê li hemberî gelê Kurd ê ku nêzî bidestxistina statuyê bûye, polîtîkayeke bi hêrs dimeşîne. Dest datîne ser îradeya gel, Kurdan qetil dike. Ti tişt li pêşiya xurtbûna îradeya me nebû asteng. îro jî dixwazin dest dînin ser îrade û destketiyên gelê Kurd, lê belê em ê rê nedin wan. Gelê Wanê, ciwanên Wanê, jinên Wanê wê rê nedin wan.”

Çalakiya li ber avahiya şaredariyê dewam dike.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin

Nivîsa Pêş

Meşa Azadiyê di roja xwe ya duyemîn de bi coşeke mezin berdewam dike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Meşa Azadiyê di roja xwe ya duyemîn de bi coşeke mezin berdewam dike

Meşa Azadiyê di roja xwe ya duyemîn de bi coşeke mezin berdewam dike

“Em ji hemû cîhanê re biqîrin em bi Rêber APO re ne û nîşan bidin ku kes nikare vîna me bişkîne”

"Em ji hemû cîhanê re biqîrin em bi Rêber APO re ne û nîşan bidin ku kes nikare vîna me bişkîne"

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.