Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

İnisiyatifa Ciwanên Rojhilata Navîn: Em dixwazin Suriyeyeke demokratîk ava bikin

Edîtor: Nucan Serdoz
01/01/2025 - 1:25
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Rojhilata Navin, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
İnisiyatifa Ciwanên Rojhilata Navîn: Em dixwazin Suriyeyeke demokratîk ava bikin
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Koordînasyona İnisiyatifa Rojhilata Navîn bi daxuyaniyekî niviskî helwestên xwe li dijî êrîşên li ser Bakûr û Rojhilata Navîn diyar kirin ûli dijî  politikayên qirêj a dewleta Tirk a dagirker hişyarî dan gelên Surî û Rojhilata Navîn.

Daxuyan bi vî rengî ye:

“Herêma Rojhilata Navîn, di qonaxeke mezin a dîrokî re derbas dibe, ev herêm ji ber ku di gelek rastiyên dîrokî de, çi madî, çi manewî têr û tijî ye, di bin çavê cîhanê de ye ku hemû hêzên herêmî û navneteweyî ji bo kontrolkirina Rojhilata Navîn hewl didin ku bi bandor bin, ta ku hêz û bandora xwe zêde bike û hewl dide ku bi salan li ser dîrokê bimîne û eger mirov dîrok bêtir kûr bibe em dê bizanibin ku Rojhilata Navîn Dergûşa şaristaniyan û zayîna mirovahiyê ya ku ji bermayiyên cîhanê belav bûye. Lê tevî hemû tiştên ku me behs kirin jî, dewletên emperyalîst di van dused salên dawîn de bi pêşengiya Îngilîstan, Fransa û hevalbendên wan, bi Peymana Lozanê ya sala 1923’an, bi armanca pêkanîna daxwazên xwe yên hevpar, netewa Ereban parçe kirin û kirin 26 dewlet û di nav xwe de parve kirin. Dewlemendiya li herêmê di gelek komkujî û binpêkirinên bi tundî û xwînê re derbas bû.

Bala xwe bidinê yekemîn welatê ku Îsraîl nas kir dewleta Tirk bû

Di vir de pirsa girîng ew e ku çima van dewletan hewcedar bûn ku Rojhilata Navîn parçe bikin? Di bersiva vê pirsê de mirov dikare bêje ku tevî cudahiyên netewî, olî û baweriyê, gelan hebûna xwe bi avakirina konfederasyonên ku bingeha wan jiyana hevbeş bû, bi hev re rûbirûbûna li hember xeteriyên nêzîk û her cure dagirkerî û neheqiyê parastiye. Peyman û dîtinên taktîkî û stratejîk û dîrok bi eşkere behsa van peymanan dike û rastî û tijî tecrubeyên wiha ye. Lê bi dabeşkirina vê herêmê bi modela dewletên neteweyî de û bi xapandina ku ji bo her neteweyekê yekitiya xwe ava kirine, di vê tevgerê de ku di esasê xwe de nîşan dide ku armanca veşartî ya li pişt van parçebûnê kontrolkirin, dagirkerî û talankirin û bêparkirina gelan e ku xwe li gorî xwe û bi îradeya xwe rêve bibin.

Em wek ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku di Konferansa Ciwanan a par li paytexta Lubnanê Beyrûtê hat lidarxistin de li hev civiyan û bûn yek, em dixwazin çend rastiyan ji gel û dostên xwe re zelal bikin:

Dewleta Tirk piştî rêkeftina Lozanê ya 1923’an yekem dewleta neteweyî ye û ajanê yekem ê Amerîka, Îsraîl û Îngilîstanê ye û her tim ji bo xizmeta wan emperyalîst tê bikaranîn, divê em bi tundî li dijî dewleta Tirk rawestin, ji ber ku em bi teqez dizanin ku destên dewleta Tirk bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Xeze, Lubnan û Sûriyeyê heye û di encama van kiryaran de gelek keç û xortên gelên me kuştin. Em we agahdar dikin; bala xwe bidinê yekemîn welatê ku Îsraîl nas kir dewleta Tirk bû.

Erdogan ku hewl dide xwe weke dostê gelê Filistînê nîşan bide, di dema êrîşa li ser Xezeyê de jî ji bo berfirehkirina kontrola xwe û Tirkiyeyê, xetên bazirganiyê yên di navbera xwe û Îsraîlê de negirt, ji bo vegerandina Împeratoriya Osmanî jî, her roj bi awayekî hovane û nedîtî êrîşên xwe yên li ser gelên herêmê zêdetir dikin.

Em Komara Sûriyeya Demokratîk a nenavendî ava bikin

Di van demên dawî de, piştî rûxandina rejîma Baas a dîktator, Erdogan û dewleta Tirk bi rêya çeteyên girêdayî dewleta Tirk ku îro êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û bi van hewldanan hewl didin Sûriyê bixin bin serweriya Tirkiyê û bi temamî dagir bikin. Êrîşên ji bo tasfiyekirina gelên li wir, gelê Elewî jî bi gelek binpêkirin û komkujiyan re rû bi rû maye û gelê Suryanî jî bi van kiryaran ji dest wan digire

Tiştekî em dixwazin ew e ku em Komara Sûriyeya Demokratîk ava bikin. Bêyî dewleteke hemwelatiyên jin û mêr, heya ku em nekevin pergala hêza demokratik a gelan em ji bermahiyên serdema Baas dernakevin.

Ji ber vê yekê em li Koardînasyona İniisyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê van pêkanînên li dijî gelên herêma xwe şermezar dikin û em ê ti carî qebûl nekin ku gel û baweriyan li Sûriyeyê bên tasfiyekirin û pêwîste hikumeta Sûriyê ya nû rê li ber van kiryaran bigire, û eger wisa neke, wê ti cudahî ji Rejîma Esed tune be û ew jî bêîstîkrar be. Û divê em li ser niyeta desthilata Tirkiyê ne xapandinê bin, ji ber ku li pişt her nakokiyek navxweyî ye.

Divê gelê Sûriyê bizanibe ku sîstema dewleta Tirk a netewperest dijminê hevparê hemûyan e û em tekez dikin ku tekane projeya ku li dijî van kiryarên netewî, olî û zayendî û zanistperestî radiweste, projeya demokratîk e ku rêzê li hemû ol û baweriyan digire û dihewîne. Bawerî û îradeya azad ji bo wan ava dike. Rê li ber avakirina civaka azad a demokratîk vedike.”

Koardînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

Nivîsa Pêş

Şêniyên gundê Pino yê Kobanê bersiv dan banga seferberiyê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şêniyên gundê Pino yê Kobanê bersiv dan banga seferberiyê

Şêniyên gundê Pino yê Kobanê bersiv dan banga seferberiyê

Zozan Çewlîk: 2025 wê bibe sala azadî û berxwedanê

Zozan Çewlîk: 2025 wê bibe sala azadî û berxwedanê

Manşet

  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Şehîd Zîlan a Jinên Ciwan ên Cizîrê were li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.