Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

QSD: Em ruhê 1ˋê Mijdarê zindî bikin

Edîtor: Nucan Serdoz
17/12/2024 - 20:25
di nav Giştî
Reading Time: 4 mins read
A A
QSD: Em ruhê 1ˋê Mijdarê zindî bikin
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êriş û gefên dawî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li dijî Kobanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Sûriye êdî derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi hilweşandina desthilata Baasˋê re gelek valatî li herêmê çêbûn. Êdî rêveberiya Şamê dest guhert û ne diyar e wê pêşeroja Sûriyê çawa were xêzkirin. Dewleta Tirk a dagirker ku bi salane êrîşî herêma me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, ji van valatiyên heyî sûd wergirt û berê çeteyên xwe da bajarê Minbicê. Bê guman dagirkeriya Tirk bi hemû hêza xwe ya hewayî û ne yekser jî be, bi awayek veşartî bejayî cihê xwe di nava vê êrîşa dagirkeriyê de girt. Bi vê dagirkeriya xwe re berê xwe da Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê, anku xwest berê xwe bide Kobanê. Li vir şerên pir dijwar rû dan. dagirkeriya Tirk bi hemû teknîka xwe bi ser şervanên me de hat. Lê piştî 5 rojan û di encama berxwedana mezin a şervanên me, ev êrîş tevahî hatin şikandin.

Bê guman dagirkeriya Tirk ranaweste û niha plan dike êrîşî bajarê Kobanê bike. Heta plana wê ew e ku tevahî xaka Sûriyeyê îlhaq û dagir bike. Ji bo wê jî niha di serî de Kobanê li seranserî herêmê hêjmarek mezin leşker û çeteyên xwe, tevî çekên giran di rewşeke amade de girtiye. Her wiha bi awayekî rojane êrîş dike û gefan dixwe.

Cîhan tevahî dizane wek QSDˋê bi hemû meclîsên xwe, em hêzeke rewa ne û me li dijî DAIŞ’ê şerekî pir dijwar da meşandin û heya niha ev têkoşîna me didome. Dunya tevahî ev serkeftina me ya li hember DAIŞ’ê pîroz kir. Lê mixabin ku li cihê me DAIŞ têk biriye, îro dewleta Tirk wekî ku tola DAIŞ’ê rake, êrîşî wan deveran dike. Her kes dizane DAIŞ destpêkê li Kobanê têk çû. Şikandina xwe ya yekemîn li wir xwar. Anku li Kobanê ji bo azadiya gelê Kurd û tevahî gelên herêmê, heta ji bo parastina tevahî cîhanê ji metirsiya DAIŞ’ê, rûmeta mirovahiyê hate parastin.

Yên ku digotin; “Kobanê ket, vaye wê bikeve” îro berê çeteyên xwe didin Kobanê. Em wek QSD bi biryarin, em ê heya dawî li hemberî van êrîşan rawestin. Çawa ku Kobanê bû destpêka tunekirina DAIŞ’ê, ew ê ji bo Erdogan û çeteyên wî jî bibe destpêka têkçûnê. Şervanên azadiyê û gelê me yê Kobanê yê birûmet wê dersek dîrokî bidin Erdogan û çeteyên wî.

Ji bo wê di serî de ciwanên Kurd û Ereb divê tevahî gelê herêmê van xeteriyan bibîne û ji bo mezinkirina berxwedana rûmetê, cihê xwe di nava QSD’ê de bigrin. Ev dem ew dem e ku divê ciwan ref bi ref biherikin nava QSD’ê. Heger em dixwazin malbatên me û gelê me bi aramî li ser axa xwe bi rûmet jiyan bike, wê demê divê em bi lezgînî beşdarî nava refên QSDˋê bibin. Bi vê sekna xwe ya berxwedêr em ê karibin jiyana azad û bi ewle misoger bikin.

Bi qasî ku gelê me li her bajarî tax û kolanên xwe biparêze, wê ewqasî bibe palpişt ji bo hêza xwe ya parastinê. Ji bo wê divê gelê me bi ruhê seferberiyê tev bigere û hemû jiyana xwe li gorî rastiya vî şerî dijwar rêk û pêk bike.

Wek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) em bang li tevahî gelên herêma Rojhilata Navîn, cîhanê, hevalbend, şoreşger, mirovên demokrat û azadîxwaz dikin ku divê li rex gelê Kobanê û QSDˋê cih bigrin û em bi hev re ruhê 1’ê Mijdarê zindî bikin. Ev ruh wê careke din cîhana me ji xeteriya DAIŞ û alîgirên wê biparêze û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad wê rola sereke bileyîze.“

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Barcelonayê bi Rêveberiya Xweser re panelek hat lidarxistin

Nivîsa Pêş

Ji Xwendekarên Jin ên Ciwan ji bo Rojava standa alîkariyê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Xwendekarên Jin ên Ciwan ji bo Rojava standa alîkariyê

Ji Xwendekarên Jin ên Ciwan ji bo Rojava standa alîkariyê

Helîn Umît: Kurd divê çeperên xwe baş biparêzin

Helîn Umît: Kurd divê çeperên xwe baş biparêzin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.