Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Omer Öcalan detayên hevdîtina bi Rêber APO re eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
12/12/2024 - 14:49
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 4 mins read
A A
Omer Öcalan detayên hevdîtina bi Rêber APO re eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Parlamenterê Rihayê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan detayên hevdîtina 23’ê Cotmehê ya li Îmraliyê bi Rêber Apo re kir û detayên pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclîsê eşkere kir.

Omer Ocalan anî ziman ku şerê li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê da.

Omer Ocalan hin detayên hevdîtina bi Rêber APO re cara yekemîn eşkere kir. Omer Ocalan anî ziman ku Rêber APO di hevdîtinê de ji Sûltan Sencer heta bi Melîkşah, ji Îdrîsî Bîtlîsî heta bi Yavûz Selîm, ji Abdulhamîd Han heta bi Mûstafa Kemal têkiliyên Kurd-Tirkan nirxand û got, “Tifaqên Kurd-Tirkan nirxand. Nirxand ku Kurd û Tirk çawa bi hev re gihîştine vê astê. Tifaq, têkilî û pirsgirêkên dem bi dem rû didin bi eşkere nirxand. Pêşniyarên xwe yên çareseriyê hebûn. Li gel vê yekê got, ‘Em dikarin vê pirsgirêkê bi rêbaza diyalogê çareser bikin’.”

Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinê de her wiha got, “Ya rast me dikarî bû sala 2000’î ev pirsgirêk çareser bikira. Sala 1999’an jî ming ot, ez ê xizmetê ji çareseriya meseleya Kurd-Tirk re bikim. Di sala 2000’î de jî min got, niha jî dibêjim. Lê belê mijar ber bi aliyekî cuda ve kişandin. Gotin, ‘Apo ji bo xwe rizgar bike vê yekê dike’. Em hîn jî li nuqteya hatine, hîn jî meseleya li parlamentê tê axaftin ev e. Sal 2024; hîn jî şer e, neçareserî ye’.”

Omer Ocalan anî ziman ku moralê Rêber Apo xweş bû, bi hêz bû, haya wî baş ji rojevê hebû û bi eşkereyî got, ew amade ye di mijara çareseriyê de înîsiyatîfê li xwe bigire. Omer Ocalan, wiha pê de çû: “Birêz Ocalan got; ‘Bêguman dema em di peyamên xwe de qala şert û mercan dikin, ez qala şert û mercên ji bo şexsê xwe nakim. Ez ji bo şert û mercên şexsî nabêjim; ez ji bo amadekirina zemîna çareseriyê dibêjim. Hinek rojnamevanên xwe weke ji ‘medyaya muxalîf’ nîşan didin gotinên manîpulatîf dikin. Hinekan jê qala welatên sêyemîn kirin, hinek qala welatên garantor û hinek jî li gorî xwe nirxandinên cuda dikin. Bêguman medyaya desthilatdariyê jî ji hêla xwe ve hewl da vê hevdîtinê berevajî bike lê meseleyeke cidî ye. Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye; em dikarin ji hêla erênî ve, ji hêla pozîtîf ve vê pêvajoyê veguherînin pêvajoyeke mezin a aştiyeke bi rûmet. Ji xwe kesek naxwaze piştî wê bifikire.”

Omer Ocalan wiha domand: “Bêguman li ser Xezeyê axivî, li ser Rojhilata Navîn û Îsraîlê axaftin hatin kirin. Der heqê Kurdên li Iraq, Sûriye û Îranê nirxandin kir. Pêşniyarên wî pêşniyarên herî maqûl bûn. Hikûmeta Tirk an jî rayedarên Tirk gelo wê li ber vê meseleyê bên? Gelo wê zemîna vê amade bikin an na? Mesele hinek jî di vir de xitimî ye. Bêguman qala Rojava kir. Bûyerên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne. Çendek qenalên televîzyonê dişopîne û li rojeva xwe serwext e.”

Omer Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qala Ermenan, Suryanan, Êzidiyan hate kirin. A rast qala tevahiya Rojhilata Navîn hate kirin. Hemû cudahî weke dewlemendî dihatin nirxandin. Binêrin, bi ser 23’yê Cotmehê re 50 roj derbas bûne. Bi ser hevdîtina berê re jî çar sal û nîv. Bi rêbaza tecrîdê, bi siyaset tesfiyekirinê ev çareserî pêk nayê. Ji xwe windahiyên mezin çêbûn û hêj jî mirov jiyana xwe ji dest didin.”

Omer Ocalan hişyarî da ku êdî gelê Kurd baweriya xwe ya bi çareseriye bi rêyên demokratîk winda dike û got, “Li rexekî dixwaze bawer bike li rexa din dema li Rojava dinêre, dibîne ku bombe li ser tên barandin. Sûîqest tên kirin û ev jî baweriya bi çareseriyê tune dike. Weke partî em dixwazin di demokrasiya vî welatî de rol bilîzin. Li ser medyayê çendek spekulasyon jî tên kirin. Em, di nava siyaset demokratîk û di çarçoveya destûra bingehîn de siyasetê dikin. Rêxistina wî jî got ku ew ê heta dawiyê bi biryarên birêz Ocalan re bin. Lê belê hinek derdor hewl didin rewşê tevlihev bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

Nivîsa Pêş

Li Berlînê lûtkeya LNG hate protestokirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Berlînê lûtkeya LNG hate protestokirin

Li Berlînê lûtkeya LNG hate protestokirin

Têkildarî provokasyona li Reqqayê daxuyanî

Têkildarî provokasyona li Reqqayê daxuyanî

Manşet

  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.