HAMBÛRG – Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û bi tevlîbûna Meclîsa Gel a Hambûrgê, Fraksyonên Çep ên Şoreşger, gelê Kurd û dostên wan, li dijî êrîşên Rojava meşeke bi heybet hate organîzekirin.
Piştî deqîqeya rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, li ser navê TCŞ’ê Ciwan Çewlik daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “Weke hêzên ku li Sûriyeyê tevdigerin, bala cîhanê dikşînin ser van êrîşan. Em daxwaz dikin ku her kes rastiyan bibîne û li gorî wê tevbigere. Koma El Qaîdeyê HTŞ’ê ya girêdayî Tirkiyeyê û serkeftina wê ya cîhadîst wê rewşeke mîna serdema DAIŞ’ê biafirîne. Bi serketina wan re Sûriye wê bibe navenda hêzên cîhadîst. Divê pêşî li vê pêşketinê bê girtin, ne tenê ji bo berjewendiyên herêmên mexdûr, di heman demê de ji bo berjewendiyên tevahî mirovahiyê.
Em bang li hemû hêzên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê û komên wê yên cîhadîst bi tundî bisekinin. Û divê Rojava bi tenê neyê hiştin; Parastina wan têkoşîna hevpar a demokrasî, mafên mirovan û aştiya herêmê ye.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO hêviya çareseriya Rojhilata Navîn e û wiha hate gotin: “Em ji bîr nekin, ronahiya Şoreşa Rojava bi îdeolojiya azadîxwaz a Rêber APO çêbû. Em ê tu carî nehêlin ev çira vemire! Ciwanan; Bi wêrekî û îradeya xwe hêza ku wê faşîzmê têk bibe û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bike, êdî dema berfirehkirina berxwedanê û rawestandina şer e. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li her derê lê bin bibin dengê Rojava û azadiyê.”
Piştî daxuyaniyê çalakgeran bi sedan alên YPG, YPJ û ala mezin a Kurdistanê ku ji rengên zer, sor û kesk pêk dihat dest bi meşê kirin.
Di çalakiyê de bi sedan kes li ber Girtîgeha Damtorê meşiyan û dirûşmên “Ji Girtiyên Siyasî re azadî”, “Ji Kenan Ayaz re azadî” û “Ji Kadrî Saka re azadî” berz kirin.
Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxedana YPJ”, “Qatil Erdogan”, “Terorîst Erdogan” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Meşê heta taxa Sternschanze bi dirûşme û tilîliyan berdewam kir.



