Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

‘Di pêşengiya jinan de têkoşîneke muezem heye’

Gaziyê şer Rêzan Masîro da xuyakirin ku di pêşengiya jinan de li hemberî her cure zordariyê têkoşîneke muezem heye û got, “Ev têkoşîn bi saya ked û hewldanên bi salan ên Rêber APO derket ser dika dîrokê.”

Edîtor: Nucan Serdoz
22/11/2024 - 10:06
di nav Analîz, Çalakî, Çand, Hûner û Spor, Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Kûr Bûyin, Manşet, Nirxandin, Nûçe, Nûçe Lezgîn, Taybet
Reading Time: 3 mins read
A A
‘Di pêşengiya jinan de têkoşîneke muezem heye’
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Yek ji gaziyên şer ê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Masîro têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinê ji ajansa me re axivî.

Rêzan Masîro got, “Bi wesîleya salvegera 25’ê Mijdarê ez tevahî hevalên jin ên şehîd bi bîr tînim û li hember wan bejna xwe ditewînim. Bi têkoşîna xwişkên Mîrabel li hember dîktatorê Domînêkê yê bi navê Rafael Trujillo dest pê kir. Xwişkên Mîrabel ji bo jiyaneke bêzext, azad û wekhev têkoşîneke mezin meşandin. Dîktator Rafael Trujillo yê di dîroka 25 Mijdarê 1960’î her sê xwişk qetil kirin, wer difikirî ku wê êdî kes nikaribe li hember bisekine. Lê belê piştî qetilkirina her sê xwişkên şoreşger serhildana çavkaniya xwe ji xwişkên Mîrabel digirt di demeke kurt de bû sedema ew dîktator û desthilatdariya wî hilweşe.”

Gaziyê şer Rêzan Masîro diyar kir ku di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê di pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Jinan de li hember her cure desthilatdariya bi serweriya mêr û dagirkeriyê têkoşîneke muezem heye û wiha dewam kir, “Ev têkoşîn bi saya ked û hewldanên bi salan ên Rêber APO derket ser dika dîrokê. Gelek hevalên me yên jin ên weke Bêrîtan, Zîlan, Sara ev têkoşîn di asta herî bilind de temsîl kirin. Îro eger bi dirûşma Jin, Jiyan Azadî ji Îranê heya Hindistanê û li tevahiya cîhanê jin ji bo jiyaneke azad û wekhev serî radikin, bi têkoşîn û berxwedana hevalên me yên jin e.”

Rêzan Masîro bal kişand ser têkoşîna Rêber APO û got, “Rêber Apo bi paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinê her tişta ji bo jinan û gelên bindest hewce dike, bi modernîteya demokratîk a li hember pergala sermayedar a bi serweriya mêr derxist holê. Dîsa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya jinan de şoreşeke li ser esasê fikir û felsefeya Rêbertiya me ava bû. Bi hezaran jin û ciwan ji her aliyê cîhanê herikîn nav vê têkoşînê. Ev ji bo me cihê şanazî û serbilindiyê ye.”

Rêzan Masîro destnîşan kir ku weke hevalên gazî heya dawiyê ji bîrdoziya Rêbertiya xwe bawer in û ev bang li ciwanan kir, “Em pir şad û bextewar in ku di nav vê tevgera pîroz de cih digirin. Li ser vî esasî weke hevalekî gazî ez bang li tevahî ciwanên Kurd, Ereb, Asûrî, Tirkmen dikim. Cihê herî azad ê mirov dikare xwe lê îfade bike, li hember her cure zilm û zorê li ber xwe bide refên Tevgera Azadiyê ne. Lewma divê hemû ciwanên xwedî şeref û rûmet tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bibin.”

Gaziyê şer Rêzan Masîro di dawiyê de jî got, “Her wiha ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me li ku dibe bila bibe pêwîst e em berxwedan û têkoşînê hê zêdetir pêş bixin. Bi wesîleya vê rojê ez careke din hemû şehîdên me bi rêz û hurmet bi bîr tînim, dilsoziya xwe ya bi Rêbertiya xwe û gelên xwe re dubare dikim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meclîsa Werzîşê ya Tebqayê pêşbirka duçerxeyan li dar xist

Nivîsa Pêş

HPG, Nasnameyê 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG, Nasnameyê 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG, Nasnameyê 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

Yekîneyên YPS Jin bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê li Amedê çalakî kirin

Yekîneyên YPS Jin bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê li Amedê çalakî kirin

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.