Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

Şengaliyan Cenazeyê Şehîd Kerîm bi Peyamên Berxwedan û Tolhildanê Spartin Axê

Edîtor: Helmet Dêrelok
12/11/2024 - 11:48
di nav Başûr, Biranîna Şehîdan, Ciwan, Giştî, Kurdistan, Mijarên Girîng, Nûçe, Video
Reading Time: 4 mins read
A A
Şengaliyan Cenazeyê Şehîd Kerîm bi Peyamên Berxwedan û Tolhildanê Spartin Axê
ParvekeTweet

ŞENGAL- Cenazeyê Kerîm Hecî Şero ku dû roj berê di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketibû doh bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan bi peyamên berxwedan û dirûşmeyên tolhildanê spartin axê.

Bêriya dû roj di encama bombebarana balefira bê mirov û biçek dewleta Tirk a dagirker de ciwanê Êzidî yê bi navê Kerîm Hecî Şero şehîd ketibû. Ji bo Şehîd doh li Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Cenazeyê Şehîd di saetên sibehê de ji nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û piştî rêûresmên olî ya li mala Şehîd, bi karwana wesayitan ji Sinûnê ber bi şehîdgehê ve hate birin. Bi sedan kes ji xelkê Şengalê, malbatên Şehîdan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi taybet jî ciwanên Êzidî bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘tolhildan’ cenazeyê Şehîd birin şehîdgehê.

Li şehîdgehê ji bo Şehîd merasîmek girseyî hate lidarxistin. Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir bi axaftinan berdewam kir. Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Azad Hisên di destpêka merasîmê de axivî û got: “Dixwazin pêşeng û qehremanên vê civakê nehêlin û vê civakê tine bikin. Her demekî ku civaka Êzidî xwe li ser lingên xwe ragirtiye û kariye azadiya xwe bidest bixe van êrişên tirsonek û nemerdane tînin ser Çiyayê Şengalê. Yên ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ferman li ser civaka Êzidî rakirin neviyên Osmaniyan bûn, neviyên dewleta Tirk a dagirker bûn. Ne Iraq ne jî Sûriye nekarî wekî xelkê Şengalê li ber xwe bidin û DAIŞ’ê bişkînin.”

‘Di salvegera rizgarkirina Şengalê de êriş kirin’

Azad Hisên bibîrxist ku civaka Êzidî û gelên Şengalê amadeakriya pîrozbahiyên salvegera rizgarkirina Şengalê dikirin û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk baş dizane çawa derbeyên mezin bi destê civaka me li DAIŞ’ê hatiye xistin. Di salvegera rizgarkirina Şengalê de êrişê wesayîtek girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin. Bila dinya baş zanibe bi şehîdek em lawaz nakevin, kîna me li hemberî dijmin mezintir dibe û em xurtir dibin.”

‘Hedefa dijmin şikandina îradeya me ye’

Pişt re Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axivî, Nayîf Şemo da zanîn ku ciwanê Şehîd Kerîm Hecî Şero xelkê Tilezêrê bû û ji eşîra Korkorka bû. Nayîf Şemo anî ziman ku êdî navê Şehîd emanetê civaka Êzidî ye û got: “Hedefa dijmin ne tenê xortekî Êzidî ye, hedefa dijmin şikandina îradeya civaka me ye. Hesabê wan ewe ku îradeya me bişkînin lê ew nizanin em bi her Şehîdekî xurtir dibin. Her dar û kevirekî Çiyayê Şengalê bi navê Şehîdên me ne. Em soz didin hemû Şehîdên xwe, emê rêya wan bişopînin. Egîd û xweşmêr hene ku navê Şehîd rakin.’’

‘Wê xewna dijmin ti carî neçe serî’

Endama Koordînasyona TAJÊ Dayê Neam jî destnîşankir ku dijmin dixwaze civaka Êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê tasfiye bike û hêrs û helwesta civaka Êzidî wiha anî ser ziman: “Dijmin çi jî bike nikare îradeya me bişkîne û nikarin bi Şehîdan gav bi me paşve bidin avêtin. Wê ti carî xewn û xeyala dijmin pêk neyê. Li ber her kevirekî Çiyayê Şengalê egîd û xweşmêrek me hate şehîdxistin. Dijmin niha dixwaze heyfa DAIŞ’ê ji me bibe. Em hatine rêxistinkirin, em hatine perwerdekirin, em ti carî dest ji vê îradeyê bernadin. Emê berxwedana xwe berdewam bikin û her dem li pey şopa Şehîdên xwe bin. Em bi Şehîdan bi hêz dibin, xurt dibin.”

Di merasîmê de herî dawî bavê Şehîd Hecî Şero peyameke kurt li ser navê malbatê da û wiha got. “Dema ez hatim merasîmê û min ev xelk û xwedîderketina wan a li Şehîd dît, wekî ku min Şehîd biriye malê. Bila ew jî bibe Şehîdê keç û xortên ku beriya niha gihîştine asta Şehadetê.”

Piştî axaftinan cenazeyê Şehîd bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ spartin axê.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Amadekariyên Jinên Ciwan ên Xwendekar, ji bo Meşa Kolnê

Nivîsa Pêş

Zarokên Agir 3 wesayît û fabrîkeyek şewitand

Helmet Dêrelok

Nivîsa Pêş
Zarokên Agir 3 wesayît û fabrîkeyek şewitand

Zarokên Agir 3 wesayît û fabrîkeyek şewitand

Jinên Ciwan li Tebqa û Minbicê pêşengtiya 25’ê Mijdarê kirin

Jinên Ciwan li Tebqa û Minbicê pêşengtiya 25'ê Mijdarê kirin

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.