Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

KJK: Divê kuştina Narîn wusa neyê derbas kirin

Koordînasyona KJK'ê têkildarî qetilkirina Narîn Guran a 8 salî diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinan a cîhanê û gelê Kurd divê hesab ji vê şebeke û polîtîkaya kuştinê bixwazin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
11/09/2024 - 15:33
di nav Bakur, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: Divê kuştina Narîn wusa neyê derbas kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona KJK’ê têkildarî kuştina Narîn Guranê daxuyaniyek weşand û diyar kir “Ev kuştin bi serê xwe kuştineke bêrehm a rejîma qirker, daîreya kontrgerîla û sîstema şerê taybet e.”

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Li hemberî kuştina Narîn Guran a li taxa Tavşantepe ya navçeya Rezan a Amedê xemgîniya me nayê vegotin, hêrs û îsyana me mezin e. Yek ji qurbanên dawî yên vê cîhana dojehî ya ku li Kurdan, jinan û gelan tê ferzkirin Narîn e. Mekanîzmaya ku Narîn qetil kir polîtîkaya bi rêk û pêk û taybet a navenda şerê taybet û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye ku dijminatiyê li jinan dike û qirkirinê li Kurdan ferz dike.

Ev kuştin bi serê xwe kuştineke bêrehm a rejîma qirker, daîreya kontrgerîla û sîstema şerê taybet e. Li hemberî jiyan û hişmendiya azadiyê ya li Kurdistanê ku bi pêşengiya jinê tê meşandin, rastiya rizandinê ya bi polîtîkayên destavêtin, narkotîk û fûhûşê li ser civakê tê ferzkirin, di şexsê Narîn de bi rengekî bêrehm, bi kuştinê xwe nîşan da. Kuştineke gelekî giran e ku ne bi şermezarkirinê ne jî bi nerazîbûneke rûtîn bê derbaskirin. Narîn wezîfe û berpirsyariyek ji me re hişt. Li hemberî êrişên rizandina civakê ku weke polîtîka û rejîma dijminê jinê û qirkirinê tê meşandin, divê em bi îsyan û têkoşîneke encamgir rabin.

Narîn çima hate qetilkirin, ji aliyê kê ve hate qetilkirin, Narîn çi dît ku hate qetilkirin? Divê ev yek weke polîtîkayeke dewletê bê dîtin û di heman demê de her kesên li bersiva van pirsan digerin û hesab dipirsin divê têkoşînê mezin bikin. Gel û jinên Kurd bi bersiva van pirsan zanin. Çavên Narîn şahidê vê rizandin, encamên polîtîkaya astengkirina sekna azad a gelê Kurd û têkoşîna azad a jinê ye; têkoşîna azadiyê ya jinê ya cîhanê û gelê Kurd ê bi rûmet divê tişta ku Narîn dît nîşan bide û hesab ji vê şebeke û polîtîkaya kuştinê bixwazin.

Ji bo kujerên Narîn bêne eşkerekirin, beriya her tiştî divê rastiya li Tavşanlikoyê bê eşkerekirin. Bûyerên ku qewimîn pêwendiya xwe bi avakirina baregeh û navendên rêxistiniyên paramîlîter ên mîna DAIŞ, Hîzbûlkontra û cerdevaniyê heye ku ji aliyê dewleta mêtinger ve hatine afirandin. Eşkere ye ku navendên bi vî rengî di hînderlanda hevpar a dewlet/Huda-Par/DAIŞ/PDK’ê de qereqoleke girîng e. Ev navend yek ji deverên kontra, cebilxane û gora komî ye û yek ji wan deveran e ku gelek jin lê hatin qetilkirin. Ev gund ew gund e ku qirkirina Kurdan û qirkirina jinan temsîl dike: Lewma ji bo kujerên Narîn bê eşkerekirin pêwîstî bi wê yekê heye ku hesab ji rejîma qirker a sed salî û rêxistina wê ya şerê taybet bê xwestin.

Ya ku Narînê dît û hate serê wê, gorên komî û cebilxaneya Hizbûlkontra ye, destavêtina li kursên Quranê ye, tundiya mêrên mîlîtarîst e, amûra şerê qirêjî yê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye. Kuştina Narîn, daxwaza windakirina wê û astengkirina dîtina wê bi 19 rojan hemû ji bo windakirina van delîlên sûc bû. Di oxira dijminatiya li Kurdan de civaka Tirkiyeyê li rizandin û dejenerebûnê tê mehkûmkirin. Ev sîstema ku hilweşîn û rizandinê li Tirkiyeyê, qirkirinê li jin û Kurdan ferz dike, divê bê redkirin.

Ya ku bi serê vî gundî ve hatiye şebekeya kuştinê ya 17 hezar kuştinên kiryar nediyar e ku dewleta Tirk a mêtinger di salên 1990’î de ji bo tasfiyekirina têkoşîna jinê û gelê Kurd bi rêxistina Hîzbî kontra pêk anî. Rejîma qirker a AKP-MHP’ê şebekeya Hîzbî kontra veguherand Hudaparê, li şaredariyên ku desteser kiribû qadeke rêxistiniya civakî û îdeolojîk pêşkêşî Hudaparê kir û qirkirin hîn berfireh kir. Li gel êrîşên tasfiyeyê ku bi operasyonên li dijî destketî û tevgera jinê têne ferzkirin, li Kurdistanê jî rêxistinên kontra yên çetekar û li Tirkiyeyê tarîqat û cemaetan bi cih kir. Dijminatiya li gelê Kurd, dijminatiya li jinê bi birêxistinkirina neteweperestî û zayendîperestinê pêk anî. Li gel vê yekê li ser bingeha plana têkbirinê ya li dijî gelê Kurd, bi rêxistinên DAIŞ û OSO ji bo tasfiyekirina şoreşa Rojava, qirkirina li Şengalê û dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrîş dan destpêkirin. Piştî ku ev êrîş hatin têkibirin, bi piştgiriya ji NATO’yê wergirtî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Bi hevkariya hêzên xayin û noker, sîxur û kontra operasyonên dagirkerî û îlhaqê bi rengê siyasî, leşkerî û îdeolojîk li her qadê dewam dike. Serdana Erdogan a li Hewlêrê, di pîrozbahiyên Malazgîrtê de fermîkirina tifaqa AKP-MHP-Hudapar li merasîma dewletê, hevdîtina Mesûd Barzanî û Serokê Giştî yê Hudaparê Zekeriya Yapicioglû ya di dema nêz de hate kirin û di encama vê hevdîtinê de jî yek ji lîderên girîng ên DAIŞ’ê yê 6 salan girtî bû ji aliyê PDK’ê ve hate efûkirin û berdan; ev hemû nîşan didin ku li hemberî gelê Kurd û jinan wê êrişên qirkirinê yên berfireh bêne kirin.

Eşkere ye ku komkujiya jin û zarokan a li Tirkiye û Kurdistanê ne tenê karê kes an jî feraseta feodal e, ew polîtîkaya şerê taybet a bi rêk û pêk e. Zêdebûna komkujî, destavêtin, destdirêjî, fûhûş û narkotîkê parçeyek ji komkujiya jin û zarokan e.

Pêwîstî bi wê yekê heye ku bi sekneke hevgirtî û têkoşînê deng û çalakî bê bilindkirin. Li ser vê bingehê ji bo ronîkirina kuştina Narîn û parastina zarokan ji vê rejîma qirker em bang li jinan û gelê xwe dikin ku têkoşînê hîn mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ ÇI YE?

Nivîsa Pêş

Li Amedê di qursa Quranê de destdirêji li zarokan hate kirin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Li Amedê di qursa Quranê de destdirêji li zarokan hate kirin

Li Amedê di qursa Quranê de destdirêji li zarokan hate kirin

Bangawaziya Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj

Tu Ji Meşa Dirêj re Amade yî?

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.