Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çand, Hûner û Spor

Jinên Ciwan ên Tûnisî: Spor Ne Tenê Karê Mêran e

Jinên ciwan ên Tûnisê ruxmê hemû zehmetiyan jî dikaribûn bikevin cîhana sporê. Yek ji wan sporan jî Kick boks e, ciwanan bi riya spora Kick boks di asta welat de gelek serkeftinan bi dest xistin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
28/08/2024 - 13:10
di nav Çand, Hûner û Spor, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Rojhilata Navin
Reading Time: 4 mins read
A A
Jinên Ciwan ên Tûnisî: Spor Ne Tenê Karê Mêran e
ParvekeTweet

Tûnis- Di roja me ya îro de jin di her warî de ruxmê hemû astengî û zehmetiyan di her qadê de dixwazin hebûna xwe bidin diyarkirin. Yek ji wan qadan jî qada sporê ye hinek beşên sporê yên ku weke karên mêr tên dîtin, jin jî êdî qalibên zayendperestiyê yên heyî dişkînin. Hinek jinên ciwan ên Tûnisê jî ciwanên Tûnisî bi taybetî yên li herêmên hundirîn weke Qesreyn dijîn di qada sporê de têkoşîna wekheviya zayendî dikin. Ciwanan bi riya Kick boksê dikarîbûn hişmendiya mêrsalar bişkînin.

Di 11 saliya xwe de dest bi Kick boksê dike

Şeyma Nesrî ya 20 salî di komeleya sporê ya jinan li Qesreyn bi zîva navîn a 53 kg. di nav şampyona Efrîqayê ya Kick boksê de bi dest xist. Şeyma Nesrî di destpêka axaftina xwe de wiha behsa tecrubeya xwe kir: “Min di 11 saliya xwe de dest bi spora Kick boksê kir. Tevî ku zehmet e jî min biryar da ez berdewam bikim ji bo biserkevim. Ji ber min ji vê sporê hez kir. Xeyalê min ew e ez mîna şampyonên cîhanî bibim şampyona vê sporê.”

Şeyma Nesrî wiha gotinên xwe domand: “Min perwerdeya xwe di rewşên zehmet û karînên hindik de li bajarê Qesreyn dît lê îsrara min a di cîhana sporê de û bi taybetî  Kick boksê de roj bi roj mezintir dibû. Dema ez cara yekê tevli namzediya Tûnisê bûm min gelek zehmetî di navbera xwendin û perwerdeyê de didît ji ber wê min hewl da xwe di tîmê de îsbat bikim. Her cara ez diwestiyam min xwe teşwîq dikir ez berdewam bikim û li hemberî hemû zehmetiyan bisekinim.”

‘Spor ne tenê ji bo mêran e’

Şeyma Nesrî di berdevamiya axaftina xwe de got ku ew dixwest bikeve nav lîstikvanên namzediya neteweyî ji bo nûnertiya Tûnisê bike û navê xwe di cîhana Kick boksê de tomar bike û wiha pê de çû: “Ez dixwazim ji her kesê re îsbat bikim bi taybetî ji civaka me ya gund re ku jin dikarin bi ser bikevin û xeyalên xwe pêk bînin, bigihîjin lûtkeyê. Ez dixwazin nêrîna xelkên Qesreyn biguherînim û bila bizanibin spor ne tenê ji bo mêran e.”

Bi saya teşwîqkirina dayika xwe dîsa dest bi perwerdeyê dike

Şeyma Nesrî wiha qala serkeftina xwe ya yekem dike: “Yekem gava ber bi serkeftinê ve sala 2017’an bû. Wê demê min asta duyemîn di pêşbirka navneteweyî de bi dest xist lê belê bi sedema rewşa madî neçar mam dest ji perwerdeyê berdim. Lê bi saya teşwîqkirina malbata xwe û bi taybet dayika xwe careke din min dest bi perwerdeyê kir. Di sala 2023’an de min di şampiyoniya Efrîqayê ya li bajarê El Hemamat li Tûnisê asta duyem bi dest xist û min di şampiyoniya Kick boksa Erebî de jî li Misrê asta 3’yemîn bi dest xist. Li Cezayîrê jî asta duyemîn.”

‘Spor baweriya jinên ciwan bi wan zêde dike’

Şeyma bal kişand ku tecrubeya wê di spora Kick boksê de hişt baweriya wê bi wê zêdetir bibe û wiha bi dawî kir: “Divê jinên ciwan bi taybetî yên li gundan dijîn teslîm nebin û ji bo xeyalên xwe pêk bînin kedê bidin. Sporê bikin ji ber ku spor baweriyê dide jinên ciwan û berpirsyariyan dide ser milên wan.”

Aya Îşawî jî di 11 saliya xwe de dest bi sporê kir

Jina ciwan Aya Îşawî jî behsa tecrubeya xwe ya di spora Kick boksê de kir û got: “Min di 11 saliya xwe de dest pê kir. Min matşên lîstikvanên biyanî temaşe dikir û min xeyal dikir bibim weke wan ji ber wê min biryar da xeyala xwe pêk bînim û tevlî tîma Kick boksê bibim.”

Çavkanî: JINHA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Hevreyên me bi fedakariya xwe cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin. 

Nivîsa Pêş

Bangawaziya Ciwanan Ji Bo Meşa Dirêj…

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Bangawaziya Ciwanan Ji Bo Meşa Dirêj…

Bangawaziya Ciwanan Ji Bo Meşa Dirêj...

Di êrîşa li Qamişlo de dayîkek û kurê xwe şehîd ket

Di êrîşa li Qamişlo de dayîkek û kurê xwe şehîd ket

Manşet

  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dêrazor komxebat li ser Doza Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.