Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Meşa rêzgirtina ji îradeyê re temam bû: Çalakî wê dewam bikin

Meşa rêzgirtina ji îradeyê re temam bû. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di meşê de axivî û anî ziman ku îradeya gelê Kurd tê hedefgirtin û çalakiyên wan ên li dijî vê dewam bikin.”

Edîtor: Axin Mahir Dicle
08/07/2024 - 18:34
di nav Analîz, Bakur, Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Meşa rêzgirtina ji îradeyê re temam bû: Çalakî wê dewam bikin
ParvekeTweet
COLEMÊRG- “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatibû destpêkirin, li navenda Colemêrgê bi daxuyaniyekê hate bidawîkirin. Bi sedan kesên hatin pêşiya Walîtiya Colemêrgê û daxuyanî dan. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut spasiya kesên li dijî xespkirina îradeya gel tevlî meşê bûne kir û da zanîn ku dê têkoşîna wan a li dijî xespkirina îradeya gel bidome.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Şandeya me ev bû 9 roj di rêyan de ye. Ji Stenbolê, Tekîrdagê, ji Îzmîrê, Enqereyê heta Kurdistanê ji çar aliyan ve ketin rê. Bajar bi bajar hatin vê derê. Ji Wanê heta vê derê bênavber meşiyan. Di vê meşa xwe ya 9 rojan de daxwazeke me hebû. Ew jî rêzgirtina ji îradeyê re bû. Îrade çi ye? Îrade, di demokrasiyan de tê wateya gel. Lê di dîktatoriyan de îrade tê wateya qesrê, yekzilamî. Îrade, demokrasî û edalet e. Lê di rejîmên faşîst de tê wateya hêzên ewlekariyê, qeyûm û tayînkirina qeyûman. Em dibêjin rêzgirtina ji îradeyê re. Bi mafê bijartin û hilbijartinê re encama sindoqan weke îrade tê qebûlkirin.”

Hatîmogûllari, bertek nîşanî gotina Erdogan ku digot dê rêzê ji encamên sindoqê re bigire da û wiha pê de çû: “Lê ji encamên sindoqê yên Colemêrgê re rêz negirt. Hevalê me Mehmet Siddik Akiş bi awayekî derhiqûqî hate girtin û 19 sal cezayê hefsê lê birîn. Hêj biryar nehatibû dayîn ku ev şexsê di vê avahiya piştme li walîtiyê rûdinişt ji hêla wezareta karên hundir ve weke qeyûm hat tayînkirin. Bi awayekî eşkere qanûn binpê kirin. Li Kula ya Manîsayê şaredar hat girtin û li şûna wî endamên meclisê şaredar hilbijartin. Baş e lê li Colemêrgê çi kirin? Meclisa Şaredariyê civiya û hevşaredara me Viyan Tekçe weke serokwekîl hilbjart. Ya ku divê niha were kirin ew e ku hevala me Viyan Tekçe bi awayekî fermî bibe Şaredara Colemêrgê. Lê wisa nakin.”

‘ÎRADEYA GELÊ KURD HATE BINPÊKIRIN’

Bi domdarî Hatîmogûllari destnîşan kir ku ji roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha li qadan e û wiha got: “Nobeta me ya li Stenbolê didome. Di meşa 9 rojan de di lingên hevalên me de av kom bû. Hinek hevalên me nexweş bûn û hinek jî kal bûn. Lê dîsa jî dest ji meşê bernedan. Heke mirov li dijî van meşiya bin, divê ev kesê li qesrê rûniştî, waliyê wî yê tayînkirî û qeyûmê îradeya gel xesp kirî jî îradeya gel bibînin. Hûn nikarin kesên tayînkirî bînin şûna kesên hilbijartî. Peyv bi pevy di destûra bingehîn de hatiye vegotin bê ka dema yên hilbijartî ji peywirê hatin girtin divê piştre çawa bê hilbijartin.”

Bi domdarî Hatîmogûllari wiha derbirî: “Ya ku îktîdar dike binpêkirina îradeya gelê Kurd e. Binpêkirina îradeya gelê Colemêrgê di heman demê binpêkirina destûra bingehîn e. Lewma em li vir dîsa bang dikin;  li gorî destûra bingehîn tevbigerin. Divê Tirkiye peymanên mohr kirine cîbicî bike. Divê li gorî şertên xwesriya rêveberiyên herêmî tevbigtere. Divê li gorî protokola Venedîkê tevbigere. Tayînkirina qeyûman ne tenê li gorî qanûnên Tirkiyeyê sûc e, li gorî peymanên Ewropayê jî sûc e û qanûnî nînin. Em li vir careke din diqîrin; em bi lingên xwe yên av lê kom bûyî, bi rûçikê xwe yê şewitî re xwedî li îradeya xwe derdikevin. Tavilê qeyûmên xwe paşve bikişînin û bila Viyan Tekçe weke serokwekîla şaredariyê were tayînkirin. Weke duh îro jî em ê tevî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li dijî kesên bêhurmetiyê li dijî îradeya me dikin çalakî û têkoşîna xwe bidomînin.”

‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’

Hatîmogûllari wiha bi dawî kir: “Li her devera Tirkiyeyê li dijî qeyûman bertek tên nîşandan. Ji ber ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Ne tenê pirsgirêka Colemêrg û DEM Partiyê ye. Tayînkirina qeyûm, binpêkirina mafê me yê bijartin û hilbijartinê ye. Bi vê yekê re xetere li ser Şaredariya Stenbolê jî çêdibe, li ser ya Îzmîrê jî çêdibe. Banga me ji bo her kesî ew e ku rêzê ji bo îradeya gel bigirin. Em îro meşa xwe bi dawî dikin. Dê nobeta me bidome. Li her çar aliyên Tirkiyeyê dê têkoşîna me bidome.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Şengalê êrişa bombeyî: Nûçegihanên Çira TV, Çira FM birîndar bûn

Nivîsa Pêş

“Li hemberî hevkarî û dagirkeriyê, bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî Serbixe Tekoşîna Rizgariyê”

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
“Li hemberî hevkarî û dagirkeriyê, bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî Serbixe Tekoşîna Rizgariyê”

"Li hemberî hevkarî û dagirkeriyê, bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî Serbixe Tekoşîna Rizgariyê"

60 saniyê de Nûçeyên Rojê

60 saniyê de Nûçeyên Rojê

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.