Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Meşa Mezin a Azadiyê di roja 10’emîn de ye

Meşa Mezin a Azadiyê ku ji du baskên Wan û Qersê ve hat destpêkirin, li Farqîn û Qoserê di roja 10’emîn de didome. Meşvanan bang li welatiyan kir û gotin: “Navê meşa me meşa azadiyê ye û em ê vê azadiyê bînin.”

Edîtor: Nucan Serdoz
10/02/2024 - 17:39
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Meşa Mezin a Azadiyê di roja 10’emîn de ye
ParvekeTweet

Navenda Nûçeyan – Meşa Mezin a Azadiyê ku di 1’ê Sibatê de ji aliyê du baskên Wan û Qersê ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber APO û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 10’emîn de didome. Meşvanên azadiyê ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin.

Meşvanên di baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê de di saetên serê sibê ji navçeya Licê ya Amedê bi rê ketin gihiştin navçeya Farqînê. Baskê Qersê yê li ser rêya Licê û Farqînê demekî dirêj meşiyan, pişt re gihiştin navenda navçeyê. Meşvanên bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin, heta navenda navçeyê bi dirûşm û stranan meşiyan.

‘Navê meşa me meşa azadiyê ye û em ê vê azadiyê bînin’

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Arslan a li ser navê meşvanên tevî hemû qedexe û astengkirinan gihiştin navenda navçeyê axivî, wiha got: “Meşê deh roj li pey xwe hişt. Me roja ewil gotibû ev meş ne ewil dê ne jî dawî be. Heta ku birêz Ocalan azad bibe dê ev meş berdewam bike. Me silavên Keleha Qersê, Çiyayê Araratê, Dîgorê, Sakîne Cansiz, Hayrî Dûrmûş, Ceylan Onkol anîn. Gelê kud sed sal in bi hesreta azadiya xwe ne. Gelê kurd bi gelek komkujiyan re rûbirû ma. Li Farqînê di demekî nêzîk de bi dehan ciwan hatin qetilkirin. Em li dijî mirinê siyaseta jiyanê dimeşînin. Me di tevahiya meşa xwe de di çavnên dayikan de hesreta ji bo aştiyê dît. Dewlet ji vê hesretê ditirse. Heke rêberê gelê kurd di tecrîdê de be, gelê kurd jî di tecrîdê de ye. Li dijî aqlê ku kurdan tune dihesibîne her der bû paytextê berxwedanê. Navê meşa me meşa azadiyê ye û em ê vê azadiyê bînin.”

Newroz Ûysal, da zanîn ku baskên meşê dê di 13’ê sibatê de li Amedê bigihin hev û hemû gel vexwend meşê. Meşvan pişt re derbasî avahiya DEM Partiyê bûn.

Baskê Wanê gihîşt Qoser a Mêrdînê

Meşa Mezin a Azadiyê” ya Baskê Wanê gihaşt Qosera Mêrdînê. Şêniyên Qoserê Meşvanên Azadiyê li Otogara Qoserê bi coşek mezin pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Ji 7 salî heta 70 salî şêniyên Qoserê di nava meşê de cih xwe girt. Piştî ku meş destpêkir jî welatiyên li derdorê û esnaf jî bi çepik û dirûşmeyan piştevaniya xwe anîn ziman.

Li Bulvara Ugur Kaymaz a ku piştî tayînkirina qeyûman a sala 2016’an hat hilweşandin kom bûn û Ugur Kaymaz bi bîr anîn. Li vir kurnefîl danîn û ber bi Qada Azadiyê ve meşiyann. Di meşê de dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.

‘Em ê heta ku bighijin armanca xwe meşa xwe bidomînin’

Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, axivî û bal kişand ser girîngiya meşê û got: “Em meşvanên azadiyê 10 rojin ji bo azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dimeşîn. Îro jî em gihaştin Qoserê. Ji bo piştgiriya we spas. Em bi sedsal in bi hesreta azadiyê dijîn. Ji ber vê sedemê me meşa azadiyê da destpêkirin. Em ê heta ku bighijin armanca xwe meşa xwe bidomînin. Me heta niha serî netewand û em natewînin jî. Divê pirsgirêka kurd bi muxatab re bên çareserkirin. Muxatab jî Birêz Ocalan e.”

Piştre jî namzetên hevşaredariya Qoserê Hamdiye Turgay û Zeynî Îpek axivî. Piştî axaftinan Meşvanên Azadiyê û girse derbasî avahiya Rêxistina DEM Partiyê bûn.

Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş jî kirin

Meşvanên Azadiyê ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de serdana malbata Bûbo Taş ê di 12’ê çileya 2023’yan li Taxa Îstasyonê ya girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike laşê xwe da ber agir, kirin.

‘Bila aştî pêk were û gelê kurd ji bin zilmê derkeve’

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya ya di serdanê de axivî, bal kişand ku 15 sal in tecrîdeke girankirî li ser Ocalan heye û anî ziman ku ji bo êşên mezintir neyên kişandin ketine rê. Emîne Kaya, diyar kir ku heta Ocalan azad bibe dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Bila aştî pêk were û gelê kurd ji bin zilmê derkeve. Em naxwazin heman êşan bikişînin.” Keça Taş, Havva Taş jî wiha got: “Şehîd şehîdê me hemûyan e. Azadî dê ji bo me hemûyan were.”

Serdan bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

 

1 Ji 4
- +

1.

2.

3.

4.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Til Koçer ji bo danasîna Komploya li dijî Rêber Apo civînekî li dar xistin

Nivîsa Pêş

Jin û ciwanên Ereb li dijî Komploya Navneteweyî meşiyan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jin û ciwanên Ereb li dijî Komploya Navneteweyî meşiyan

Jin û ciwanên Ereb li dijî Komploya Navneteweyî meşiyan

Tevgera Ciwanan a Cirniye Komploya Navneteweyî şermezar kir

Tevgera Ciwanan a Cirniye Komploya Navneteweyî şermezar kir

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîlayê HPG’ê Sîdar Serhed şehîd bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em ne kole ne!’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.