Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Fermandariya Biryargeha NPG’ê hêzên Operasyona Şoreşgerî pîroz kir

Edîtor: Nucan Serdoz
27/12/2023 - 12:13
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Fermandariya Biryargeha NPG’ê hêzên Operasyona Şoreşgerî pîroz kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Peyama pîrozkirinê ya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a bi sernava “Ji bo hemû şervan û fermandarên ku Operasyonên Şoreşgerî pêk anîn” bi vî rengî ye:

“Hevrêyên Hêja!

22 û 23’ê Kanûnê li Eyaletên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Zagros, Xakurkê, Metîna û Zapê di nava 24 saetan de li 4 cihên cuda operasyonên şoreşgerî û çalakiyên serketî hatin lidarxistin.

Li Eyaleta Xakurkê 22’ê Kanûnê di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ehmed Rûbar de; bi taktîka êrîşê ketina nava hundirê çeperên dijmin, cezakirina 27 dagirkeran, çûyîna ser cenazeyên 17 dagirkeran, desteserkirina gelek çek û kel û pelên leşkerî û îmhakirina yên mayî, asteke serketî nîşan daye.

Li Eyaleta Metîna 22’ê Kanûnê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çalakiya gerîla ya koordîneyî hatin hedefgirtin û 9 dagirker hatin cezakirin. Vê çalakiyê nîşan da ku eger hêzên eyaletê li ser vî bingehî hîn zêdetir lêhêrbûn bikin, wê encamên hîn serketîtir bi dest bixin.

Li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Zagros 23’ê Kanûnê hêza dijmin a li Girê Amediyê ji 7 aliyan ve bi koordîneyî û operasyona şoreşgerî hat hedefgirtin. Bi taktîka êrîşê operasyon di înîsiyatîfa gerîla de destpê kir, 34 dagirker hatin cezakirin, ji xeynî gelek çekan 26 kon û çeper jî hatin îmhakirin. Bi vî rengî derbeyeke giran li plana dagirkeriyê ya dijmin hate xistin.

Li Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Eyaleta Zapê 23’ê Kanûnê di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş de bi taktîka sizmayê bi rengekî bi bandor li dijmin hate xistin, 18 dagirker hatin cezakirin û çûyîna ser cenazeyên 3 dagirkeran, desteserkirina çek û kel û pelên leşkerî asteke serketinê ya girîng nîşan daye. Ev çalakî pir bi lez bi temamî di înîsiyatîfa gerîla de û bêyî ku windahî bên dayîn pêk hat. Vê yekê nîşan da ku operasyoneke şoreşgerî ya gelekî serketî ye ku tarzê demê girtiye.

EM HEMÛ HEVRÊYÊN KU TEVLÊKARÎ KIRINE, PÎROZ DIKIN

Em Fermandariya Eyaleta Zapê, Fermandariya Eyaleta Xakurkê, Fermandariya Eyaleta Rojava Zapê ya Şehîd Delîl Zagros û Fermandariya Eyaleta Metînayê, hemû şervan û fermandarên ku tevlî çalakiyan bûn, hemû hevrêyên ku di her astê de tevlêkarî li van çalakiyan kirine, ji ber serketinên wan pîroz dikin.

DEWLETA TIRK MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ YE

Gerîla di her demsalê de, di her şert û mercê de û li her derê bi ruhê Apoyî xwedî li wezîfeyên xwe yên şoreşgerî derdikeve û bi îradeya Apoyî ya xurt û biryardariyê vê yekê pêk tîne. Vê yekê performanseke şer a girîng derxistiye holê. Derbeyeke giran li artêşa Tirk a dagirker û rejîma şerê taybet a AKP-MHP’ê ya faşîst xistiye û hejandiye. Dewleta Tirk neçar maye ku tenê beşekî windahiyên xwe yên giran ên li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Zagros û Xakurkê eşkere bike, lê hewl daye ku windahiyên xwe yên di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş de ku pir bi serketî li Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê û Metînayê pêk hat, bi temamî veşêre. Mîna çalakiya Enqereyê ku 1’ê Cotmeha 2023’an ji aliyê fedayiyên mezin ên Tabura Nemiran ve pêk hat, ev operasyonên şoreşgerî jî car din hemû derewên şerê derûnî yê rejîma şerê taybet a Tirk derxistiye holê. Divê were zanîn ku; li ser bingehê stratejiya şoreşgerî ya ku em pêk tînin, dewleta Tirk mehkûmî têkçûnê ye.

Dewleta Tirk a ku serhev ji gerîla derbeyên giran xwar, derew dike ku hêzên me gelek windahî dane û bê navber dubare dike. Bi vî rengî hewl dide raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê bixapîne, bandora têkçûna ku jiyan kirî derbas bike û komên faşîzan bi vî rengî motîve bike. Lê mîna ku ji hemû raya giştî û gelê me yê welaparêz re hatî eşkerekirin,  ji derveyî hevrêyên me Memyan, Helmet, Welat û Huseyîn di vê pêvajoyê de ti windahiyên me çênebûne. Em har çar hevrêyên xwe yên ku bi ruhê fedayî yê Apoyî û cesareteke mezin bi ser dijmin de çûn û şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê serketinan li ser serketinên wan zêde bikin û armancên wan pêk bînin.

ÊRÎŞA LI SER QADÊN JIYANÊ, TIRSONEKTÎ Û NAMERDANE YE

Rejîma AKP-MHP’ê ya qirker û faşîst bi derbeyên giran ên ku xwarî, ji ser hişê xwe çûye. Piştî operasyona şoreşgerî berê xwe daye qadên jiyanê yên sivîl. Ev yek êrîşeke namerdane û tirsonektî ye û vê yekê rewşa wî ya têkçûnê jî nîşan daye. Eşkere ye ku dewlet û artêşeke xurt û mert wê li dijî hêza leşkerî ya li hemberî xwe şer bike. Berê xwe nade sivîlên bê parastin û bi ti rengî çavkaniyên jiyanê yên sivîlan hedef nagire. Ev encex karê hêzên namerd û qirker ên dijminê gel in. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li Bakurê Kurdistanê ketiye nava hewldana girtinên bêyî eleqe, li Rojava jî nexweşxane, kargehên matbaayê, çavkaniyên elektrîk û enerjiyê hedef digire. Bi vî rengî di heman demê de qanûnên şer ên navneteweyî binpê dike û li dijî gelê me terora dewletê pêk tîne. Lê ev rejîma qirker û faşîst çi dike bila bike, li hemberî doza bi maf a gelê Kurdistanê wê ji têkçûnê rizgar nebe. Siberojê; wê ev zihniyeta ji dervey serdemê qezenc neke, wê îradeya şoreşgerî ya alîgirê xwişk û biratiya gelan, demokrasî û azadiyê qezenc bike.

Em careke din şervan û fermandarên ku mohra xwe li vê pêvajoyê xisitin û van serketinên girîng afirandin pîroz dikin, hemû hevrêyan bi hestên şoreşgeriyê yên herî ji dil silav dikin. Em bawer dikin ku wê serketinên hîn mezintir bi dest bixin û ji wan re serketinên mezin dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dîmenê çalakiya li Girê Amediyê hate weşandin

Nivîsa Pêş

Akademiya Şehîd Rênas Avesta bi dawî bû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Akademiya Şehîd Rênas Avesta bi dawî bû

Akademiya Şehîd Rênas Avesta bi dawî bû

HPG’ê şehîd Dîlan Cizîr bi bîr anî

HPG'ê şehîd Dîlan Cizîr bi bîr anî

Manşet

  • Yekîtiya Xwendekarên Kurd Ên Bordeaux Damezrandina Xwe Radigihîne
  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.