Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Gerîla Sipan Vidanova: Fedayîtî

Çavkanî: Komalên Ciwan

Edîtor: Nucan Serdoz
09/12/2023 - 11:39
di nav Analîz, Çalakî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Gerîla Sipan Vidanova: Fedayîtî
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN

Fedayîtî
Dema em behsa Fedayîtî an Fedayîbûn dikin, gelo ev tê çi wate?

Bi kurtahî mirov dikare bibêje ku Fedayiyek kesek e, ku xwe bi giştî hebûna xwe dide dozekî yan baweriyek e. Yek ku xwe bi her tiştê bi heqiqetê re girêdide. Mirov dikare fedayîbûn wek taybetmendiyek bi nav bike. Hemdem jî fedayîtî nirxek e. Herî rast em dikarin fedayîtî wek tarzekê jiyanê fêm bikin. Da ku mirov fêm bike ev tarz çawa ye û naveroka wî çi ye? Ya herî baş em li Şehîdan û Rêber APO binêrin. Lê berî ku em vê bikin em dixwazin hinek li dîroke mêze bikin.

Ji destpêka dîrokê heya niha gelek mînakên mezin hene ji kesên ku li hember zilm û neheqî xwe fedakirin. Kesên ku bi vê fedayîtiya xwe nirxên giranbuha afirandin. Di mîtolojî de yên mîna Prometos hene ku ji bo Ronîkirina mirovahî bi êşên herî mezin re rû bi rû tên. Di Dîroka olan de Hz. Îsa heye ku xwe ji bo gunehên mirovahî feda dike. Ji dîroka felsefe û zanist em dikarin Sokrat û Giordano Bruno bi nav bikin. Her du di heqiqetê de israr kirin û heya hatin kuştin jî gavek paş de neavêtin. Di dîroka şer de mînaka yekem ku tê bîra mirov belkî fedayiyên Hasan Sabah in. Mînakek din a bi nav û deng jî Samûray ji Rojhilata Asya ne. Ew şerkerên pispor bûn ku ji biçukahî hatin perwerdekirin û tu binkeftin qebul nekirin. Eger em li çîrok û destanên Kurd binerîn, Derweşê Evdî û Şahmaran dibin mînakên pir bi hêz ku naveroka wan fedayitî ye. Mirov dikare vê listê dirêj bike, lê belê yê ku min pê dixwest bînim ber çavan ew e ku di giştî diroka mirovahî de fedayîtî nirxek giring e.

Me di destpêkê de got ku mirovek fedayî her tiştê xwe ji bo dozek dikare qurban bike. Çi kêfiyet, çi nefs be, çi xwe fikirandin be, çi xwestekên erzan be, mirovekî fedayî li ser wan hakim e. Ji ber ku bi armancek ve giredayî ye û çi ji bo vê armanc hewce dike dikare bike. Ji bo vê fedayî di hest û fikir de mezin in. Ji wijdanekî ne ji rêzê tên rêvebirin.

Mirov 1000 pirtûk jî li ser vê mijarê binîvise, ne mimkûn e ku mirov digihîje pênaseyek zelaltir. Berî ku Şehîd Zîlan çalakiya fedayî pêk bîne di rapora xwe de dibêje ku eger tistek din ji jiyana min zêdetir hebûya min vê jî fedakiriba. Jixwe Rêber APO ji bo vê dibêje ‘Zîlan fermandara me ye, em şervanên wê ne.’

Bê guman fedaîtî berî 1996 di dîroka tevgera me de jî hebû. Em pêşengên me yên wan rojên destpêke dinerin ev pir eşkere xuya dike. Ma bê fedayîtî mirov dikare di bin şert û mercên zindana Amedê de agirekî wisa dîrokî pêbixe? Ma bê fedayîtî mirov dikare teslimiyet qebul neke û şûna vê xwe ji tahtekî biavêje? Ma sebeba wan hemûyan neçarî ye? Na, sebeb giredanbûn e. Li ser ya rast israr kirin e. Mezinahî ye, ku êdî tu hesabek şexsî, tu erzanî nas nake. Şehîd Zîlan vê xet dewan kir, nû kir, zelal kir. Çalakiyek wisa çêkir, ku mirov her tim xwe li hemberî vê lêpîrsîn bike. Ji Zilan heya Sara û Rûken, heya Rojhat û Erdal gelek şehidên me bi çalakiyên xwe pênaseyên herî bedew ji bo fedayîtî dan.

Lê fedayîtî ne tenê bi çalakiyan fedayî diyar dibe. Weki tarza jiyanê, felsefeya jiyanê di gelek reng derdikeve. Dema cîwanek li Kurdistanê biryar digire ku rehetiya erzan qurban bike û tevlî şerê li çiyayên me dibe ew jî dikeve li ser reya fedayîtî. Çiqas yek dikare bibêje ku ji şiyariya Mazluman û Zîlanan re bibe bersiv, ewqas dibe fedayiyek.

‘Kesayetên Xwe Fedayî Rastiyan Dike Dikare Her Tiştî Ser Bixe’ Rêber APO

Tiştek ku lazim e rast bê fehm kirin ev e ku bi fedayîtî tu tişt ji mirov kêm nabe. Tam berovajî vê ye. Fedayîtî hêzek herî mezin di mirovan de ava dike. Dema tu nabî koleya nefsa xwe, dema tiştên biçuk te rêvenabin, riya te ji bo mezinahî vedibe.

Fedayîtî bixwe tiştek xwezayî ye. Niha em dizanin ku piraniya dîrokê de, mirovahî desthilatdarî, çîn û dewlet nas nekir. Civaka wan deman em wek civaka xwezayî bi nav dikin. Derketina desthilatdarî û koletiya yekem bû ji rê derketina esasî ya mirovahî û bingeha hemû pirsgirekên roja me ya îro. Milekî giring ew e ku di zihniyeta civaka xwezayî de yekparebûn esas e û vê ji di giştî gerdûnê wek qanunek esasî ya jiyanê bi gistî xuya dike. Ji Atoma bîçuk heya gerduna mezin, her tist giredayî hev e. Dema ku desthilatdarî derket li ser rûyê dîrokê zihniyeta perçebûn pê ve pêşket.

Mirov êdî ji xweza cuda, mirovek ji civaka xwe cuda tê destgirtin û hwd. Li gor zihniyeta yekparebûn fedayitî tiştekî pir xwezayî ye. Ji ber ku ferdek, perçeyek ji civaka xwe ye, civak perçeyek ji mirovahî ye û hemu giredayî hev in. Mirov di ferqa vê tistê de be çawa dikare hesabên ferdî ên biçuk ji parastina civaka xwe, ji mirovahî giringtir bibîne? Bedena xwe wek civakek gistî bifikire. Dema êrîşek tê ser te û tu ji bo parastin destê xwe radikî, ma tu dibejî ku destê te fedayî ne û xwe dikin qurban? Na, ew tiştek pir ji rêzê ye. Eger bi rastî tu xwe bi civaka xwe ve giredayî dibînî û civaka te di xeterî de ye, êrîş li ser heye, ma fedayîbûn ne tişta herî xwezayî?

Ma şerê taybet çi dixwaze? Dixwaze te ji cavaka xwe qut bike. Bi tiştan herî erzan ve bide girêdan da ku tu refleksên te yên parastinê nemînin. Sebeba ku dijmin dixwaze ku ciwanan xwe bi tiştan vala ve mijûl bikin, wexta xwe bi pêlîstokan û madeyên hişbir derbas bikin ev e ku her ciwan ku dikeve ferqa rastiya xwe dibe fedayiyek, dikare mezin jiyan bike, azad jiyan bike.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şervanên Ereb: Ji bo jiyaneke wekhev û bi rûmet em tevlî PKK’ê bûn

Nivîsa Pêş

‘Weke gerîlayên YJA Starê em ê serkeftinê teqez bikin’

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
‘Weke gerîlayên YJA Starê em ê serkeftinê teqez bikin’

'Weke gerîlayên YJA Starê em ê serkeftinê teqez bikin'

Di êrişa Tirkiyê 4 sivîl birîndar bûn

Di êrişa Tirkiyê 4 sivîl birîndar bûn

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.