Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Enternasyonal

Sekreterê giştî yê TEASA’yê: Bi Ocalan re jiyaneke nû pêkan e

Edîtor: Nucan Serdoz
09/11/2023 - 19:30
di nav Enternasyonal, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 4 mins read
A A
Sekreterê giştî yê TEASA’yê: Bi Ocalan re jiyaneke nû pêkan e
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Beşdariya li kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li Strasbourgê dest pê kir, roj bi roj zêdetir dibe. Yek ji kesên tev li kampanyayê bûye jî sekreterê giştî yê Tifaqa Evanjelîst a Afrîkaya Başûr (TEASA) Rev Moss Ntlha ye. Ntlha têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Rev Moss Ntlha paradîgmaya Rêber APO wek “bayê jiyanê” pênase dike û dibêje “jiyaneke cuda pêkan e”. Ntlha diyar dike paradîgmaya Rêber APO di pergalên westiyayî û lewitî de hewayekî paqij e û gelekî girîng e û dibêje: “Têkoşîna Kurdan û paradîgmaya Abdullah Ocalan nîşan didin ku jiyaneke adiltir û siberojeke nû ya ku demokrasî tê de bi ser bikeve, ji bo me hemûyan pêkan e.”

‘BI SER NEKETIN, JI BER KU ABDULLAH OCALAN GEL E’

Ntlha diyar dike ji bo vemirandina berxwedan û têkoşîna Rêber APO a li Îmraliyê tecrîdeke giran tê meşandin û dibêje: “Ev hewlên ji bo vemirandina agirê hêviyê ku Abdullah Ocalan temsîl dike, hewldanên vemirandina agirê hêviyê ne. Rejîm hewl dide vê yekê bi du awayan pêk bîne. Ya yekemîn ew e ku wek ferdek îradeya wî bişikîne û wî ji oksîjena civakê bê par bihêle. Ji bo vê jî divê em wek şexs ji bo wî dua bikin da ku ev hewldana rejîmê têk biçe û ji bo serbestberdana wî divê em zêdetir tê bikoşin. Ya duyemîn jî, hewldana bêmoralkirina berxwedanê ye. Lê nikarin vê bikin. Dewlet di serî de pêşengan dikin hedef û hewl didin tevgeran bê bandor bikin. Di têkoşîna gelê Kurd û Ocalan de bi ser neketin, ji ber ku Abdullah Ocalan gel e.”

‘MEZINBÛNA KAMPANYAYÊ YA GLOBAL SERKEFTINEKE MEZIN E’

Sekreterê giştî yê TEASA’yê Rev Moss Ntlha dibêje kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ji bo pêkanîna armancê gelekî girîng e û wiha pê de diçe: “Em ên ji Afrîkaya Başûr, baş pê dizanin ka ji bo azadiya Nelson Mandela di dema rejîma Apartheid de bangên ji her dera cîhanê dihatin çi qas girîng bûn. Her ku diçe şopa global a kampanyayê geş dibe, ev jî di pêşvebirina rojeva azadiya gelê Kurd û Rêber APO de serkeftineke mezin e. Li qada navneteweyî gelekî di rojevê de ye. Mîna Nelson Mandela, azadiya Rêber APO dê di warê azadiya gelê Kurd û serkeftina projeya wan a neteweyî de bibe pêngaveke xurt.”

‘DIVÊ EM BÊHTIR PÊŞENGÊN OLÎ TEV LI KAMPANYAYÊ BIKIN’

Rev Moss Ntlha gotinên xwe wiha didomîne: “Divê em bêhtir pêşengên olî tev li kampanyaya ji bo azadiya Rêber APO bikin. Abdullah Ocalan lîderekî siyasî ye ku hem bi nivîsên xwe hem jî bi kiryarên xwe hemû olan derbas dike û ji ber vê yekê di rewşeke wisa de ye ku komên olî yên li gelemperiya Rojhilata Navîn û Afrîkayê dubendiyên xwe hene û ji hev hatine parçekirin, bîne cem hev.”

REV MOSS NTLHA KÎ YE?

Rev Moss Ntlhla sekreterê giştî yê Tifaqa Evanjelîst a Afrîkaya Başûr (TEASA) aktîvîst û keşeyê dêreke li eyaleta Mohlakeng a li bajarê Johannesburg ê Afrîkaya Başûr e. Ew hem li Afrîkaya Başûr û hem jî li qada navneteweyî çalakiyên ji bo polîtîkayên raya giştî dike, hem jî bi mijarên bawerî û edaleta sosyo-polîtîk re eleqedar dibe.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kurd û dosten xwe li dijî qedexeya li ser PKK’ê dadikevin qadan

Nivîsa Pêş

Xwendekarên lîseyê li Silêmaniyê careke din xwepêşandanek li dar xistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Xwendekarên lîseyê li Silêmaniyê careke din xwepêşandanek li dar xistin

Xwendekarên lîseyê li Silêmaniyê careke din xwepêşandanek li dar xistin

Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamişlo standa pîrtûkan vekirin

Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamişlo standa pîrtûkan vekirin

Manşet

  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.