Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Berdevka YCÊ’yê banga bihêzkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber APO li ciwanên Êzidî kir

Edîtor: Nucan Serdoz
28/10/2023 - 12:50
di nav Giştî
Reading Time: 5 mins read
A A
Berdevka YCÊ’yê banga bihêzkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber APO li ciwanên Êzidî kir
ParvekeTweet

Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê (YCÊ) Sara Botan diyarkir ku ewê bi hemû hêza xwe tevlî pêngava azadiya Rêber APO û xweseriya Şengalê bibin û ev bang kir: ‘’Bila hemû ciwanên Êzidî ji siyaseta qirêj ya PDK’ê dûr bikevin, werin ser xeta azadiyê û ji bo azadiya Rêber Apo û xweseriya Şengalê têkoşînê bilind bikin.’’

Piştî ku di 21’ê Cotmehê de bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê, civaka Êzidî û gelê Ereb ragihandin ku ew jî wekî Şengal beşdarî pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibin û her wiha vê pêngavê bi têkoşîna xweseriya re Şengalê re wê bikin yek, çalakiyên ji bo pêngavê pêl bi pêl berfireh dibe. Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê û Yekîtîya Jinên Ciwan ên Şengalê jî wekî hêza pêşeng a pêngava ‘’Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’’, zend û bendan badane û amadekiriya geşkirina pêngavê dikin.

Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê (YCÊ) Sara Botan, girîngiya vê pêngavê ya ji bo civaka Êzidî û bi taybet ciwanên Êzidî, têkoşîna hevpar a azadiya Rêber APO û xweseriya Şengalê ji ajansa me re nirxand. Sara Botan destnîşankir ku ji fermana 2014’an heya roja me ya îro berxwedana li Şengalê li ser fikrê Rêber APO pêşketiye û bandora vê fikrê ya li ser civaka Êzidî wiha nirxand: ‘’Fermana 2014’an fermaneke mezin bû û me bi fikrê Rêber Apo rê li ber fermanê girt, civaka Êzidî bi vê fikrê bû xwedî sekn. Ji ber vê rastiyê, pêngava ji bo azadiya Rêber Apo îro hatiye destpêkirin, wekî civaka Êzidî û bi taybet jî wekî ciwanên Êzidî em ji xwe re girîng dibînin.’’

‘PDK ji ber fikrê Rêber Apo nikare vegere Şengalê’

Sara Botan hêza fikrî ya Rêber APO a li ser ciwanên Êzidî, wekî hêza xwe naskirin û xwedî bi îrade binavkir û wiha berdewam kir: ‘’Eger me fikrê Rêber Apo nas nekira û xwe li ser vê fikrê birêxistin nekira emê jî wekî herkesê ji vê axê koçkiriba. Eger îro li Şengalê em dikarin li ber êrîşên dijmin bisekinin ev jî ji ber Rêber Apo ye. Eger PDK îro nikare wekî berê li Şengalê xwe bike serwer ev jî bi saya fikrê Rêber Apo ye.’’

Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê Sara Botan, destnîşankir ku Rêber APO ji bo gelên bindest, çand û civakên qedîm xeta azadiyê daniye û got: ‘’Eger îro Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve hatiye avakirin, ev bi fikrê Rêber Apo bûye. Bi naskirina Rêber Apo re me karî em behsa hêza xwerêvebirin û xwe parastinê bikin. 74 ferman bi ser civaka me ya Êzidî de hatiye, me karî di fermana dawî de biryar bidin ku Şengal dikare bibe xwedî îrade. Lê di fermanên berê de me nekarî em biryareke wisa bidin, ji ber ku em nerêxistinkirî bûn. Lê îro me fikrê Rêber Apo nas kiriye ku em dikarin van biryaran bigirin.’’

‘Ji bo Şengala xweser lazim e Rêber Apo azad be’

Sara Botan pêngava ku li cîhanê ji bo azadiya Rêber APO hatî destpêkirin, beriya hemû gel û civakan wekî erka sereke ya civaka Êzidî binavkir û wiha axivî: ‘’Ji her kesî zêdetir erka azadiya Rêber Apo û xweseriya Şengalê dikeve ser milê me. Bi taybet ciwanên Êzidî divê ji herkesi zêdetir û xurtir tevlî vê pêngavê bibin. Eger îro roj em dixwazin Şengala xweser ava bikin, destpêkê lazim e em ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bidin meşandin.’’

Sara Botan her wiha bibîrxist ku piştî peyam û bangawaziyê Rêber APO  ên ji bo Şengalê û civaka Êzidî, tecrîda li ser wî hatiye girankirin û sedema vê rewşê wiha şîrove kir: ‘’Ji ber ku di peyama Rêber Apo de me xwe naskir, me xwest em bibin xwedî îrade. Ji ber vê zêdetir zext li Rêber Apo kirin. Heya niha jî ti agahî ji Rêber Apo nîne, sedem çi ye? Ji ber ku gel û civakên ku di komkujî û fermanan re derbas bûne, Rêber Apo ji bo wan têkoşînê dide meşandin.’’

‘Heya Rêber APO azad nebe pirsgirêkên gelan çareser nabe’

Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê Sara Botan her wiha têkiliya azadiya gelên bindest û azadiya Rêber APO jî nirxand û pêkvebûna vê têkoşînê wiha anî ser ziman: ‘’Dibe ku gelên bindest xwe li hemberî êrîşan biparêzin lê heya ku Rêber Apo azad nebe, ne tenê li Şengalê wê li tevahiya cîhanê pirsgirêk neyên çareserkirin. Rêber Apo pirsgirêkên civakî çareser dike. Rêber Apo naxwaze gelên bindest di berjewendiya desthilatdaran de bêne tinekirin. Ji ber vê ye nahêlin bi Rêber Apo re hevdîtin were kirin, zextê li ser wî giran dikin. Rêber Apo dengê civaka Êzidî li cîhanê belavkir, êşa jinên Êzidî bi cîhanê re parve kir. Îro pêkhateyên li Şengalê bi saya Rêber Apo jiyana xwe berdewam dikin. Em bang li civaka xwe dikin ku vegerin li ser axa pîroz û xwe li ser fikrê Rêber Apo nas bikin. Em bang li hemû ciwanên Êzidî jî dikin da ku ji siyaseta qirêj a PDK’ê dûr bikevin, werin ser xeta azadiyê û ji bo azadiya Rêber Apo û xweseriya Şengalê têkoşînê bilind bikin.’’

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Sempozyum a Sosyolojiya Azadiyê berdewam dike

Nivîsa Pêş

Gerîlayan li Serhedê li qereqolê xist

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gerîlayan li Serhedê li qereqolê xist

Gerîlayan li Serhedê li qereqolê xist

Ciwanan li ser ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi sempozyûmek lidar xistin

Ciwanan li ser ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi sempozyûmek lidar xistin

Manşet

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.