Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

‘Hevala Bêrîtan bi çalakiya li dijî xiyaneta navxweyî deng veda’

Edîtor: Nucan Serdoz
24/10/2023 - 9:06
di nav Analîz, Biranîna Şehîdan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
‘Hevala Bêrîtan bi çalakiya li dijî xiyaneta navxweyî deng veda’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîlayên YJA Starê Arjîn Roj, Barîn Nûjîn û Dunya Havîn diyar kirin ku ji fermandarên pêşeng ên tevgera PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) bi çalakiya xwe ruh û wêrekî da wan.

HEVALA BÊRÎTAN TESLÎMIYET QEBÛL NEKIR

Arjîn Roj anî ziman ku şerê ku bi êrîşa pêşmergeyên PDK û YNK’ê sala 1992’an destpê kir şerekî xiyanetê bû û qala sekna Bêrîtan a di wî şerî de kir: “Şerê ku sala 1992’an hate kirin şerekî xiyanetê bû. 40 rojî dewam kir. Gerîlayên jin ên pêşeng hebûn. Hevala Bêrîtan wê demê di asteke cuda de bû. Mîna fermandarekî di wî şerî de bû. Ji ber ku îdeolojiya Rêbertî nas kiribû û fêhm kiribû, bi vê rola xwe rabû. Hevala Bêrîtan Rêbertî nedîtibû. Lê belê xwendibû û îdeolojiya wî di kesayetiya xwe de dabû rûniştandin. Zanîbû bê îradeya jinê ya azad çi ye. Ji bo teslîmiyetê bang li hevala Bêrîtan kirin. Hevala Bêrîtan ne ew kesayet bû ku teslîm bibe. Li hemberî vê yekê xwe ji zinarekî avêt. Ti carî teslîmiyet û xiyanet qebûl nekir. Hevalên Bêrîtan, Sema, Zîlan û Gulan bi çalakiyên xwe û şerê xwe bûn xet û YJA Star jî li ser vê xetê ava bû. Bi dirûşma ‘Divê wêrekî û hunera jinê ti carî di bin bandora mêr de nemîne’ hêza jinê hate avakirin. Delal, Bêrîtan, Azê, Çavrê, Gulan bûn sembola berxwedana jinê ya azad.

Jinên ji deverên cuda yên cîhanê tevlî nava me bûne, azadiya xwe di vê xetê de dibînin. Bi esasê felsefe û îdeolojiya Rêbertî tevlî me dibin. YJA Starê sala xwe ya 30’emîn dagirt. Xeta me ya berxwedanê mîrateya wan e. Îdîa û biryardariya me misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo vê jî em li ber xwe didin û têdikoşin.”

HEVALA BÊRÎTAN JI BO YJA STARÊ SEMBOL E

Barîn Nûjîn jî destnîşan kir ku Bêrîtan fermandareke pêşeng e û got, “Hevala Bêrîtan pêşenga me ye. Bi saya hevala Bêrîtan hêza jinê ava bû. Hevala Bêrîtan di nava jiyanê de her tim pêşeng û fermandar bû. Di hevaltî û şer de her tim li ser fikir û felsefeya Rêber Apo kûr bûbû. Her tim li ser azadiya jinê kûr bûbû. Hevala Bêrîtan dema ku şehîd bû, hêza jinê ava bû; YJA Star ava bû. Hevala Bêrîtan ji bo me semboleke. Hevala Bêrîtan ji bo me hêza jiyanê ye.

Jiyana hevala Bêrîtan moralê dide mirovan. Li cîhanê tenê artêşa jinê ya PKK’ê heye. Lewma em gelekî girîng dibînin ku vê hêzê mezin bikin. Bi navê Delal Amed, Ronahî, Zîlan… gelek hevalên me yên pêşeng hene ku navê hemûyan nikare bê jimartin. Bi saya van hevalan sekneke xurt hate afirandin. Artêşeke jinê ya xurt ava bû. Felsefeya Rêber Apo jî hêz û baweriyeke mezin dide me. Weke hêza jinê em bi vê felsefeyê hem li nava jiyanê hem jî di şer de sekneke xurt nîşan didin. Hevala Bêrîtan xwedî vê seknê bû. Em hevala Bêrîtan ji xwe re dikin mînak.”

‘HEVALA BÊRÎTAN XIYANETA KURDAN A LI KURDAN QEBÛL NEKIR’

Dunya Havîn jî ragihand ku di encama xiyaneta li nava Kurdan de Bêrîtan şehîd bû û got, “Şerê ku sala 1992’an destpê kir mixabin şerekî ji ber xiyanetê bû. Xiyanet li dijî îradeya jinê, li dijî destketiyên gelê Kurd bû. Hevala Bêrîtan bi fikrên Rêber Apo li ser jiyanê kûr bûbû. Ji bo xeta xiyanetê bi ser nekeve seknek nîşan da. Bang û sozên ji bo teslîmbûnê qebûl nekir. Hevala Bêrîtan xiyaneta Kurdan a li Kurdan qebûl nekir, teslîm nebû. Nexwest ku çeka wê bikeve destê wan; maçî kir piştre şikand û ev çalakî pêk anî.”

Havîn destnîşan kir ku bi bawerî û îradeyeke mezin ew ê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin û diyar kir ku ew ê bi vê îradeyê li cografya Kurdistanê pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigirin. Dunya Havîn got, têkoşîn û berxwedana li çiyayên Kurdistanê mîrateya fermandarên pêşeng e.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 24’Ê COTMEHÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Crespo: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi biryar in

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Crespo: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi biryar in

Crespo: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi biryar in

Nasnameya şehîda teqîna seyareyê li Qamişlo hat aşkerakirin

Nasnameya şehîda teqîna seyareyê li Qamişlo hat aşkerakirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.