Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPG: Hevrê Kerîm Amed tevlî karwanê nemiran bû

Edîtor: Nucan Serdoz
15/10/2023 - 11:52
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng
Reading Time: 64 mins read
A A
HPG: Hevrê Kerîm Amed tevlî karwanê nemiran bû
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêyê me Kerîm Amed ku li herêma Metînayê pêşnegî ji çalakiyên serketî re dikir ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin û bi wêrekî û lehengiya xwe dihate naskirin, 11’ê Tebaxa 2023’an di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Kerîm ku milîtanekî Apoyî yê wêrek bû, afirîneriya xwe ya taktîkî û hunera lêdanê, di her çalakiyê de bi cih anî. Rêbaza şerê tîm ê gerîla yê bi tevger ê pispor bi rengekî şareza pêk anî, pêşengî jê re kir û bû yek ji gerîlayên mînak ên serdema nû.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Kerîm ku milîtanekî pêşeng ê Apoyî, ewladê leheng ê xelkê me yê Amedê bû em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin, soz didin ku armanca ‘Kurdistana Azad, Rêberê Azad’ a hevrêyê me Kerîm bi cih bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Kerîm Amed bi wî rengî ye:

Nasnav: Kerîm Amed
Nav paşnav: Haci Kaskat
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Havva-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2023’an / Metîna

Amed di dîrokê de û heta vê demê gelek lehengî û berxwedanên bêeman dît. Bi dehan berxwedanên destanî li dil û mejiyê mirovên Amedê neqişîn. Nifşên wê bi kevneşopiya têkoşînê ya ji dîrokê mezin bû. Dema ku Amed tê gotin keleha welatparêziyê tê bîra mirovan. Çiyager, Nûman Amed, Azad Sîser, Çekdar Amed, Evîn Amed, Delal Amed û ji gelek lehengên mîna wan re malovanî kir. Her kolan, her kevirê Amedê bi bêhna berxwedanê ye ji bo her mirovekî bi dilê pak ê Sûrê. Serî li ber zilmê natewîne, li hemberî neheqiyê bêdeng namîne, koletiyê qebûl nake, dest ji nirxên xwe yên çandê bernade, evîndarê azadiyê ye berxwedêriya Amedê. Her şehîdekî Amedê raperîneke. Ji ber mîrateya dewlemend a ji dîrokê wergirtî û ruhê serînetewandinê yê bi PKK’ê re ji nû ve geş bû, welatparêziya xwe ewqasî xurt e. Hîn di destpêkê de malovaniyê ji têkoşînê re dike. Hevrêyê me Kerîm jî weke barhilgirekî vê mîrateya serî netewandin û berxwedêriyê, bi hestên welatparêziyê yên kûr ên ji malbata xwe werirtî, li hemberî bi dehan şehadetan, n eheqiya li gelê me tê kirin bêdeng nema û bi berpirsyariyeke mezin di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Şerê Kobanê û rastiya şehadetê ya li nava PKK’ê berê hevrêyê me Kerîm da têkoşîna azadiyê. Bi berpirsyariya li pêşberî bûyerên diqewimîn, ji bo hilanîna tola şehadetan, her wiha ji bo hesabpirsîna ji zordariya dewleta Tirk ber bi PKK’ê ve gav avêt. Bi hêza ji rastiya hevrêtiyê ya ji felsefeya Apoyî wergirtî di demeke kurt de li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê, bi gerîla re bû ye. Gerîlatî û jiyana li çiyayên azad ên Kurdistanê ji hevrêyên xwe hîn bû. Bi dilnizmî, kedkarî û rûkeniya xwe li nava dilê hevrêyên xwe cih girt. Fedaîtiya PKK’ê ya bi berxwedêriya Sûr, Cizîr û Nisêbînê careke din hate nîşandan ji bo meşa wî bû çavkaniya sûdwergirtinê. Da ser şopa rastiya berxwedanê ya Amedê û ji xwe re kir pîvan ku li ser rêya Çiyageran, Azad Sîseran bimeşe. Her ku rastiya dijmin dît, ji aliyekî ve hêrsa wî ya li hemberî dijmin kir ku hîn bêhtir têbikoşe, li aliyê din jî bedewiya jiyana PKK’ê hîn bêhtir hez kir. Ji bo hevrê Kerîm hevrêtiya PKK’ê û têkoşîna PKK’ê jiyana herî bedew a li cîhanê bû. Di nava têkoşîna me ya azadiyê de ku bi kedê mezin bû, wî jî her ku ked da bi çiyê û hevrêyên xwe re bû yek, hîn bêhtir hez ji Rêber Apo û şehîdan kir ku nirx hemû afirandine; hewl da hêjayî vê keda wan be û têkoşîna xwe hîn mezin kir.

Li herêma Heftanînê ku li wê derê dest bi gerîlatiyê kir, 4 salan têkoşiya. Li vê derê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, pêşengî ji milîtaniya Apoyî re kir. Di sala 2017’an de tevî ku di êrîşên dijmin de birîndar bû, ev yek ji xwe re kir hinceta mezinkirina têkoşînê. Zanîbû ku têkoşîneke têrker û rast a li hemberî dijmin tenê bi gerîlatiyeke profesyonel dibe, serketin bi vî rengî dikare bi dest bikeve û ji bo xwe bigihîne asta gerîlayekî şareza ya di wateyê de, ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe perwerde kir, tevlî perwerdeya branşê bû. Bi berpirsyarî û mîsyona xwe ya gerîlabûnê hesiya, ji bo xwe bigihîne Rêber Apo ji bo asteke bilind a îrade, biryardarî û têkoşînê bi dest bixe kete nava hewldanan. Demekê li qad û karên cuda ma, li vê derê jî ji bo hevrêyên xwe û rêxistina me bû cihê baweriyê, têkoşîneke bi vî rengî meşand. Di sala 2021’ê de ku dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê giran kir careke din derbasî Heftanînê bû. Li vê derê tevlî nava tîmên bi tevger ên gerîla bû, ji bo gerîlatiya serdema nû bixe meriyetê gelekî hewl da. Li Heftanînê ku berê 4 salan gerîlatî lê kiribû, avantaja naskirina qadê bi kar anî û tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Piştî ku wezîfeya xwe ya li vê derê temam kir, derbasî herêma Metînayê bû û tecrûbeyên xwe yên leşkerî li vê derê jî xist pratîkê. Di heman demê de tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da berxwedan hîn mezin û berfireh bibe. Li her qada ku dijmin hewl dida êrîş bike her tim li refên pêş bû. Li dijî hewldana dijmin a dagirkirina qada Girê Ortê pêşengî ji berfirehkirina berxwedanê re kir.

Hevrêyê me Kerîm bi baweriya ku serketin û azadî wê bi têkoşîna PKK’ê bibe heta dawiyê bêteredût di rêya têkoşînê de meşiya. Hevrêyê me Kerîm tevlî gelek çalakiyan bû ku gelek leşkerên dijmin ên dagirker lê hatin cezkairin. Ala berxwedanê ya ji hevrêyên xwe yên şehîd wergirt heta dawiyê bi serketî hilda û tevlî karwanê nemiran bû.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Kampe Newroz ya Derikê 29 sehiden Asayişe bi biranin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şehba perwerdeyê parastina rewa dibînin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şehba perwerdeyê parastina rewa dibînin

Ciwanên Şehba perwerdeyê parastina rewa dibînin

Kalkan: Tişta ku PKK’ê bi hêz dike karakterê wê yê sosyalîst e

Kalkan: Tişta ku PKK’ê bi hêz dike karakterê wê yê sosyalîst e

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.