Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Komîteya Ciwanan a PKK’ê: Divê em mîrateya berxwedanê ya Alî Çîçek bikin pûsûla têkoşînê!

Komîteya Ciwanan a PKK'ê got, "Divê em bîranîn û mîrateya berxwedanê ya Alî Çîçek rast fêhm bikin ku mînaka ciwantiyê ya ruhê Apoyî yê ciwanên şoreşger û şoreşgeriya Kurdistanê ye. Divê em vê mîrateya berxwedanê bikin pûsûlaya têkoşînê."

Edîtor: Nucan Serdoz
17/09/2023 - 14:08
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng
Reading Time: 6 mins read
A A
Komîteya Ciwanan a PKK’ê: Divê em mîrateya berxwedanê ya Alî Çîçek bikin pûsûla têkoşînê!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Ciwanan a PKK’ê got, “Darbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’î rûyê xwe yê rast li zindana Amedê nîşan da. Bi kiryarên hovane xwest siyaseta înkar û tunekirinê ya li Kurdistanê bi ser bixîne. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li dijî mejiyê faşîst hate meşandin, nîşan da ku îradeya ji pola ya PKK’ê di nava ti şert û mercî de serî natewîne. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû yek ji nirxên pîroz ên mirovahiyê û bû hêvî ji mirovahiyê re. Ev ruh îro jî bi pêşengiya gerîla hîn jî dibe hêviya mirovahiyê. Ji berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hevalê Alî Çîçek di roja 67’an a berxwedana rûmetê de 17’ê Îlona 1982’an şehîd bû. Bi îradeya xwe sekn û berxwedaneke bi rûmet nîşan da. Stêrka Sor a Ciwantiyê Alî Çîçek di salvegera 41’ê ya şehadeta wî de, di şexsê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku mîrateya berxwedanê ya ji me re hiştine bi ser bixînin.”

Di daxuyaniya Komîteya Ciwanan a PKK’ê de hate gotin, “Hevalê Alî Çîçek destpêkê yek ji pêşengên tevgera PKK’ê hevalê Kemal Pîr nas kir. Bi Kemal Pîr re tevlî nava têkoşînê bû.” Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Li dijî nokerî û mêtingeriya li ser gelê me, tevlî nava çalakiyên bênavber bû. Li dijî nokeriyê bi wêrekî tevlî nava têkoşînê bû, têkoşîneke welê meşand ku bêhn li nokeran çikand. Alî Çîçek bi çalakiyên xwe bû yek ji şûrên herî kûj ên şoreşa me. Ne tenê ev yek kir, di heman demê de bi dînamîzma ciwantiyê ji perwerdeyê heta bi rêxistiniyê seferber bû. Ji bo ruh û baweriya şoreşgerî ji 7 heta 70 salî bigihêje gelê me bû semboleke milîtaniya bijarte.

Dema ku dîl kete destê dijmin, ji sekna xwe ya şoreşgerî qet tawîz neda. Li dezgehên êşkenceyê yên 12’ê Îlonê ku mirov nikare lê îdare bike, ne tenê li hemberî dijmin li ber xwe da, ev gotinên ku kesî newêrîbû bibêje li rûyê dijmin xist û bû rastiya şoreşgeriya Apoyî. ‘Ez Alî me, hûn min baş nas dikin. Ez mikur nayêm, hûn nikarin sirekê ji min werbigirin. Êşkenceya we tenê dikare canê min ji min bistîne. Hûn hemû xwe biceribînin. Partiya min berxwedan hînî min kir. Wezîfeya min berxwedan e, ya we jî mikurkirin e. Em destpê bikin. Bibînin bê dewleta we xurt e yan jî partiya min…’ Bi têgihiştina rêxistinî nehişt ku êşkence li gelek mirovan bê ikrin. Gelek çalakiyên ku nekiribû li xwe girt û bi vî rengî nehişt ku êşkence li gelek mirovan bê kirin. Li gel têgihiştina xwe ya rêxistinî nîşan da ku xwedî berpirsyariyeke çawa ye. Ev berpirsyarî di tevahiya jiyan wî de dihate dîtin. Ji xwe ya ku Alî Çîçek kir stêrka sor, berpirsyarî û dilsoziya wî ya li nirxan bû.

GOTINA ‘PKK’Ê BERXWEDAN HÎNÎ ME KIR, NE TESLÎMIYET’ BÛ PÛSÛLAYA CIWANÊN KURDISTANÊ

Dîrok û rastiya dewleta Tirk a mêtinger qirker, 12’ê Îlonê ye. Ev rastî îro bi rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst rûyê xwe hîn bi şênberî nîşan dide. Ji çekên kîmyewî heta bi bombeyên nukleer bi her cûre rêbazên şerê taybet, qirêj, hovane êrîş dike. Bi PDK a xayin û noker hewl dide ya ku cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê nekarî bi ser bixîne, pêk bîne. Li ser vê bingehê bi rengekî çavsorane û hovane êrîşî hemû nirxên pîroz ên Kurdistanê, civakê û xwezayê dike. Ne doh cûntaya leşkerî ay 12’ê Îlonê li dezgehên êşkenceyê karîbû rastiya Alî Çîçek teslîm bigire, ne jî piştî 8 salan li Cizîrê karîbûn rastiya Sozdar Şerker (Hazne Înan) a bi saxî hate şewitandin teslîm bigirin. Îro jî bi êrîşên xwe Yên hovane yên li dijî mirovahiyê li Avaşîn, Metîna û Zapê nikare rastiya berxwedanê teslîm bigirin.

Rastiya Kurdistanê bi mîrateya berxwedanê ya Rêbertî jiyan û têkoşîn hîn bû û gihîşt vê serdemê. Gotina ‘PKK’ê berxwedan hînî me kir, ne teslîmiyet’ a Alî Çîçek bûye pûsûlaya ciwanên şoreşger ên Kurdistanê. Têkoşîn îro jî di rêya ku Alî Çîçekan bi ciwantî destpê kirin û ciwan man, bi rengekî fedaî dewam dike. Ciwanên Apoyî çawa ku doh berxwedan ji xwe re kir esas û 12’ê Îlonê têk birin, îro jî bi berxwedanê wê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin. Bêguman ji bo serxistina vê yekê divê ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê û sekn û jiyana hevrê Alî Çîçek ji xwe re esas bê girtin. Bi vî ruhê berxwedanê berdêl çi dibe bila bibe ev hemû hewldanên faşîzma AKP-MHP’ê wê di ber de bimîne. Faşîzm tenê bi sekna têkoşînê ya Alî Çîçek û bi helwesta wî ya berxwedanê dikare bê têkbirin. Ev rastî divê neyê jibîrkirin.

Ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê îro bi pêşengiya gerîla bi berxwedanê ber bi serketinê ve diçe. Divê ciwanên welatparêz û şoreşger ên Kurdistanê bîranîn û mîrateya berxwedanê ya Alî Çîçek rast fêhm bikin ku mînaka ciwantiyê ya ruhê Apoyî yê ciwanên şoreşger û şoreşgeriya Kurdistanê ye. Divê em vê mîrateya berxwedanê bikin pûsûlaya têkoşînê. Bi wêrekî, berxwedêrî û sekna çalakiyê ya Alî Çîçek divê berê xwe bidin têkoşînê. Dost û dijmin bila zanibin ku weke şopdarên Alî Çîçek em ê li ser xeta ciwantiya fedaî ya Apoyî têkoşînê bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Daxuyani ya Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Li Şengalê wesayîtek hate bombebarankirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş

LEZGÎN - Li Şengalê wesayîtek hate bombebarankirin

HPG: Li Zapê 13 Dagirker Hatin Cezakirin, 7 Mewzî Hatin Derbkirin

HPG: Li Zapê 13 Dagirker Hatin Cezakirin, 7 Mewzî Hatin Derbkirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.