Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Ji gelê xwe re bû hêvî

Edîtor: Nucan Serdoz
01/09/2023 - 16:23
di nav Analîz, Biranîna Şehîdan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji gelê xwe re bû hêvî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Mazlûm (Jîr Baz) di 10’ê Gulana 1992’an de li gundê Peyanisê yê Colemêrgê li nava malbateke welatparêz û dilsozê warê xwe ji dayik bû. Li nava malbateke ji 5 zarokan ê sêyemîn bû. Di lîsteya pîşeyî de beşa elektrîkê qedand, hewl da tevkariyê li malbata xwe bike, li ser piyên xwe ma û bi vî rengî jiyana xwe dewam kir. Mazlûm hem ji tevlîbûna birayê xwe li nava refên azadiyê, hem jî ji şehadeta pismamê xwe Afat Colemêrg a sala 2010’an li nava refên gerîla gelekî bi bandor bû. Ji ber ku li nava malbatekê bû ku tevlîbûn li nava refên gerîla hebû û hin jê şehîd bûn, hîn di zarokatiyê de PKK û Rêbertî nas kir, jê bi bandor bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, Mazlûm şahidî ji têkoşîna gerîla û lehengiya wan re kir, li aliyê din jî li hemberî zextên dijmin ên li ser malbat û derdora wî, bûn sedem ku bikeve nava lêgerîneke mezin. Ji bo karibe siyaseta qirkirinê ya dijmin a li ser gelê me parçe bike û rêxistiniya gelê Kurd xurt bike, demeke dirêj tevlî nava karên ciwanan bû.

Li her qadê bi bandora xwe ya li ser gel, bi taybetî jî li ser hevalên xwe, bû wesîle ku gelek hevalên wî tevlî bibin. Mazlûm di nava karên bajêr de bi sekna xwe ya pêşeng û rêxistinî bandor li gel dikir, lewma jî bû hedefa dijmin. Di sala 2011’an de hate girtin. Mazlûm piştî ku 3 salan li zindana dijmin ma, di sala 2014’an meha Sibatê de ji bo karibe bersivê bide êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rexnedayina xwe bide, biryar da ku cihê vê yekê refên azadiyê ye û berê xwe da çiyayên azad. Êdî xwe gihand çiyayên Kurdistanê ku gelekî jê hez dikir û heyranê xwezaya wê bû. Mazlûm ku armanca xwe pêk anî, ji bo gavên xurt li çiyê biavêje navê xwe kir Jîr û êdî weke Jîr Baz hate naskirin.

Jîr ji sala 2014’an heta 2018’an li Xakurkê gerîlatî kir. Li nava refên gerîla li her qada lê ma û karê ku kir, bi fedakarî tevlî bû û bi nêzîkatiya xwe ya durustî bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Li çiyayên azad her ku xwe bêhtir nas kir, bû xwedî sekneke hîn bi wate û têgihiştî. Çiya ji bo Jîr mîna dergahekê bû ku bi rengê dayikekê ew hembêz dikir, diparast, mezin û xurt dikir. Ji ber vê yekê mîna ku çiya ew parast, wî jî baweriya xwe bi wê yekê dianî divê çiyê biparêzin.

LI ŞÛNA XWE BÛ

Jîr gelekî hez ji çiyê kir. Ji ber ku li çiyê dimeşiya û keşif dikir kêfxweş bû. Mîna derwêşekî li çiyê dijiya. Li şûna xwe bû. Bi taybetî dema ku cudahiya hevrêtiya li çiyê ji sîstemê dît, hîn bêhtir bû dilsozê vî warî. Jîr Baz Akademiya Şehîd Mahîr bi kûrbûneke ji taktîkî weke sabotajvanekî pispor qedand. Piştî perwerdeya li ser branşa sabotajê pê hesiya ku tenê bi çeka xwe dikare bibe bersiv ji armanca azadiya gelan û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan re. Bi wateya xizmeta ji vê armancê re hîn bi xurtî rahişt çekê. Bi kedeke mezin nêzî her wezîfe û berpirsyariya rêxistinbê bû, bi vê têgihiştinê tevlî bû. Di nava rêxistinê de ji fermandariya tîm heta bi bersivdana li pêwîstiyên lojîstîkî yên hevrêyên xwe bi fedakarî tevlî her karî û avakirina tunelên şer bû.

Di salên 2015 û 2016’an de gava ku karê tunelên şer dimeşand, di encama qezayekê de ji serê xwe, mil û lingê xwe birîndar bû. Lê belê birînên xwe li pêşiya xwe weke astengiyê nedît. Milîtanekî welê bû ku di nava hevalên xwe de cihê hezkirin, hurmetê bû. Jîr Baz di heman demê de xwedî wê hunerê bû hevrêyên xwe li dora xwe dicivand. Di nava jiyana partiyê de pêşeng bû, milîtanek bû ku bi wêrekî bi ser dijmin ve diçû.

Jîr ji jiyana gerîla û şehadeta hevrêyên xwe gelekî bi bandor bû. Li pêşberî rastiya şehadetê her tim hewl da hêjayî wan be û di şexsê xwe de hewl da xwedî li wan derkeve. Ji xwe re kir pîvana h erî mezin ku xwedî li mîrateya wan derkeve. Li pêşberî rastiya şehadetê moral û motîvasyona xwe kêm nekir, her tim hewl da tola wan hilîne. Jîr ku xwedî ruhekî fedaî bû, li çiyê bi Rêber Apo, gelê xwe, hevrêyên xwe û Kurdistanê re têkiliyeke xurt danî û ji vê jiyanê hez kir. Jîr Baz bi hebûna xwe bû hêvî ji gelê xwe re. Di 7’ê Cotmeha 2020’î de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta faşîst a Tirk ji bo rizgarkirina DAIŞ eriş Minbic kiriye

Nivîsa Pêş

Azad Êrîş: Ciwan jiyaneke bê Rêber APO qebul nakin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Azad Êrîş: Ciwan jiyaneke bê Rêber APO qebul nakin

Azad Êrîş: Ciwan jiyaneke bê Rêber APO qebul nakin

Em Soz Didin Hevalên xwe ku emê hesa ji kujeran bipirsin

Em Soz Didin Hevalên xwe ku emê hesa ji kujeran bipirsin

Manşet

  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.